Nivîsar

Pêvajoyek nû destpêdike

Serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul li qesra Çankaya li gel parlementerên BDP-ê havdîtinek pêkanî û di vê hevdîtinê de bahsa rewşa BDP-ê û sekinandina şer hate kirin. Ev hevdîtin çend rojan ji medyayê hate veşartin.

Wek tê zanîn ji bo bûyerên dawî û taybetî hevdîtina 9 parlementerên BDP-ê û çekdarên PKK-ê li devera Hakariyî girêdana hukumetê û BDP-ê temamî têkbir. Erdogan vekirî dabû xuyakirin ku ew kesên çekdarên rêxistina “terorist“ hemêz dikin tu pêwendiya me bi wan re çênabe.

Herweha piştî şerê li Suriye geş bûyî, çelakiyên PKK li Kurdistana Bakur gelek zêde bûne û rojane operasyonên berfireh û çelakiyên çekdarî yên PKK çêdibin. Bi sedan çekdarên PKK-ê û leşkeran jiyana xwe di vî şerî de dest dane.

Di vê demê de serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di kongreya AKP-ê de amade bû axavtinek kir. Barzanî di axvtina xwe de behsa zerera şer kir diyalog wek pêwistiyekî danî holê.

Piştî wê serokê parlementoya Kurdistanê yê berê û berpirsê giştî yê pêwendiyên PDK-ê Kemal Kerkukî kongreya BDP-ê de ama bû. Kerkuki behsa çareseriya pirsa heyî li Tirkiye kir banga diyalogê û bi karanîna metodên demokratîk kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevpeyvînek ya xwe li gel BBC ya farisî behsa pirsa Tirkiye kir û got:

“ Ji bo çareserkina pirsê, sê xal divê werin pêkanîn.Divê şert û mercên serokê PKKê Abdullah Ocalan ên girtîgehê bên başkirin. Divê Tirkiye berî her tiştî bi Ocalan re hevdîtinê bike. Pêşniyara bila PKK bê şert û merc çekan dane, tiştekî derveyî mantiqe. Divê berî her tiştî PKK û Tirkiye şer rawestînin. Divê şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên baş kirin û ji bo çareserkirina pirsa kurd, dest bi hevdîtinên ciddî bên kirin. “

Serokwezîrê Tirkiye Erdogan vekirî da xuyakirin ku, hêja di nav dewletê de hinek dezgehên tarî hene ku naxwazin ev şer dawî bibe û alîkariya çelakiyên çekdarî yên PKK-ê dikin. Erdogan gotarek ya xwe de da xuyakirin ku “ Eger pêwistbe emê li gel Ocalan cardin hevdîtina bikin.

Di vê pêvajoya ku şerek dijwar dibe û peyamên diyalogê tên dayîn, Gul li gel BDP-ê hevdîtinek kir û ev dê bibe sedemek nû ku hinek hevdîtin destpê bikin. Herweha vê yekê heviya agirbestekî heta sekinenadina karanîna çekan jî hinekan re çêkir.

Niha pirs ewe ku eger hukumet li gel Ocalan hevdîtina bike, dê rolê BDP-ê çibe? hinek parlementerên BDP-ê edresa çareseriyê Ocalan didin nîşandan. Lê dê helwesta Qandîl çibe nayê zanîn. Gelo eger Ocalan daxwaza sekinandina şer bike dê helwesta BDP-ê bi xwe çibe. Eger BDP rolê xwe yê ku pêwist yanî ew hêza ji dengên gel standî bi kar bîne hem wê di pêvajoya diyalogê de rolek erênî bileyze û hem jî dê kesayeta xwe ya siyasî bibîne.

Çi bibe bilabe her gava ku vî şerê qirêj bisekinîne başe û di berjewendiya tevgera kurd de ye. Şerê îro heyî ne şerî kurdan e û şerê dewletên cîran û dezgehên tarî yên dewleta kûr e.

Rojevakurd: Nûçe/Analîz

Back to top button