Pêvajoya serxwebûna Kurdistanê destpê kirye

Di hevdîtinekê de bi rojnameya The Washington Post a Amerîkî re Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdsitanê Mesrûr Barzanî ragehand ku, piştî rûxandina Osmaniyan û drustbûna Iraqê, wî welatê şikestin bidestînaye û em bi mecbûrî bihevre ber bi paşerojek nediyar ve çûn.” Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kirye ku, pêwîste hemû aliyek li wê yekê mukurê ku mana Kurdistana Başûr bi Iraqê re bi serneketiye, ji bilî dijminayetî û karesetên bi sere Kurdan hatiye Kurdan tiştekî din nedîtiye. Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dagîr kirina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, dixe destê Artêşa Iraqê û ragehand ku: “Iraq piştî ketina rêjîma sitrmkara Sedam Hisên heman Iraqe ku nikare hemwelatiyên xwe biparêze û berjewendiyên xwe diyar bike.” Mesrûr Barzanî herwiha ragehand: “Pêkve jiyana bi zorê di navbera pêkhateyên Iraqê de ti encamekî baş nedaye, lewma Herêma Kurdistanê dê refrandomekê encam bide jibo ava kirina welatekî serbixwe û xwedî serwerî.” Li Gorî Mesûr Barzanî, encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê ne tenê hêviya Kurdan bihêz dike, lêbelê sûdeye û dilniyayê dide hemû rojhilata navîn jî. Navborî got jî: “Piştî rûxandina rêjîma Sedam Hisên, Herêma Kurdistanê xwe wek welatê pêbawer bi welatên dirawsê danasîn, herwiha wek welatekî xwedî bandor di şerê DAIŞê de hate nasîn, nûnerên gelek artêşên cîhanê niha li Kurdistanê ne û me gelek qurbanî jî dan jibo rizgar kirina gelek deverên Erebî jî.” Barzanî behsa operasyona rizgar kirina Mûsilê kir û amaje bi pêşveçûna Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku beşekî mezin ji axa ku DAIŞê ew dagîr kiribû û got: “Em dixwazin ku rolek me ya girîng hebe di dûrxistina DAIŞê ji bajarê Mûsilê.”Herwiha got: “Herêma Kurdistanê deriyê xwe ji sedhezarên penaber û koçberan re vekir, di nav wan de hejmarek mezin ji kirîstiyanan hene ku ji Mûsilê û Bexda reviyane, hikûmeta Iraqê nikarîbû deverekî aram bo wan peyda bike.” Mesrûr Barzanî amaje bi pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda kir û got: “Hemû rêkeftinên me bi Bexda re hatine binpê kirin, herdemê behsa erkên me dikin wek beşekî ji Iraqê, lêbelê ti carî behsa mafên me nehtiye kirin, û heger kesek bê ser deselatê û bixweze mafên me bide jî nikare zalbe bi ser sîstema Iraqê ve, bi kurtî ti baweriya me bi hikûmeta navendî nemaye.” Di dawiya gotina xwe de Mesrûr Barzanî got: “Çareseriya pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêr de di destê Bexda de ye, jiber me hemû hibijartin ligel Bexda taqî kirin lêbelê yek jî biserneket.” Barzanî riyek kin jibo çareser kirina hemû pirsgirêkan diyar dike û dibêje: “Cudabûna Kurdistana Başûr ji Iraqê baştirîn çareserî ye, divê kar li Bexda were kirin ji bo cudabûnek aştiyane ku berjewendiyên herdu aliyan têde were parastin.” Barzanî ragehand ku pêngava serxwebûna Kurdistanê destpê kirye û di dema bê de em dê ligel Îran û Tikiyê gotûbêjan bikin û ji wan re diyar bikin ev pêngav dê li dijî seqamgîriya sînorên welatên wan be.” Barzanî tekez dike ku serxwebûna Kurdistana Başûr dê derfetê li pêşiya wê veke jibo bêhtir xwe pirçek bike û rolek mezintir di bazarên petrol û gaze de bilîze û xwedî karîgerî be jî di navçeyê de. Serdar Setar/bas  

Nerîna min :