Babetê parêzbendiyê di parlementoya Tirkiye de bûye cihê gotubêjekî mezin. Dema ev babet di komisyona parlementoyê de hatî gotubêjkirin di navbera parlementerê AKPê û HDPê de şerderket.
Başe ev parêzbendî çîye? Dema kesek parlementer be heta ku biryara parlementoyê tunebê û heta parlementeriya wî/wê berdewam be çi tawanî bike dadgeh nikarin di derbarê wan de lêpirsîna vekê. Wan bigre yan jî muameleyekî dadî li gel wan bikin.
Niha parlementerên HDPê ji bo çi ji vê yekê ditirsin? Eger pirs siyasî be ji xwe ew tiştên ku di warê siyasî de hun dikin divê tercîha we be û hun ji tu dadgehekî netirsin.
Wek din ji xwe tawanên din de yên ku ne siyasî bin, ji bo çi herkes xwe wek hemwelatiyekî nabîne. Yanî hemwelatiyek ji bû bûyerekî bê girtin ,lê parlementerek kesek nikaribe nêzik bibe.
Ji aliyek din ji bûyerên dibin bi dehan endamê HDP hatine girtin başe çi cewaziya parlementerên HDPê ji van hevalên wan bi xwe heye?
Eger parlementerek xwe bike pişt mertalê parêzbendiyê ne raste û pêwiste mirov hemû tiştekî de şirikatiya civatê û hemwelatiya bike. Di bingehê xwe de heyina parêzbendiyê bi xwe xeletiyekî ye.
Gelek insan bê ku vê yekê baş binirxînin , vê bûyerê wek neheqiyek li parlementerên HDPê bûye tînin holê. Miorv pencereyek din de li pirsê binêre. Gelo madem şerek çekdarî heye û madem li bajarên Kurdistanê bûne ada şer , madem hun xwedî armancekine û ji hemûyê girîngtirin çi karê we li wê parlementoyê heye?
Eger hun partiyek Kurdistanî bin ji van mercan de xwe ji parlementoyê bidin aliyekî. Eger hun ne xwedî biryar û îradebin tu karê we li wê parlementoyê di rastiyê de tuneye.
Na eger hun partiyek ya Tirkiyene, hun dixwazin li Tirkiye demokrasiyê di hemû waran de serbêxin û kurda entegre bikin di parlementoyê de qîma xwe bînin. We sundek xwariye li sunda xwe xwedî derkevin.
Gotin kurdî heye dibêje “ Kew û xwew bi hevre nabe“ divê hun terciha xwe bi awayekî bikin.
Nûçeanaliz/N.Firat