Petrola Kurdistanê li bazara cîhanî
Bi mebesta gehandina petrolê Kurdistanê bo welatê Îtalya, keştiya petrola Herêma Kurdistanê gehişte Moroccoyê.
Li gor agahiyên dawî yên BasNewsê, keştiya petrola Kurdistanê hefteya borî ji bendera Cîhan a Tirkiyê bi rê ket û niha li bendera Mehmûdiye ya welatê Morocco ye. Sedema çûna keştiyê bo wî welatî jî bi wê yekê ve tê girêdan ku ew petrola Îtalya kiriye tê çaverêkirin li wir were valakirin.
Hefteya borî yekem barê firotina petrola Kurdistanê bi rêya deryayê bo bazarên cîhanê dest pê kir, evna jî bû sedema nerazîbûna hinek welatan û İraqê gefa dadgehkirinê li Tirkiyê xwar. Ji aliyê xwe Amerîkayê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hinardekirina serbixwe ya petrolê rawestîne, lê hikûmeta Kurdistanê ev daxwaza Amerîkayê red kir û ragehand ku dê li ser hinardekirin û firotina petrola xwe berdewam be.
Hêjayê gotinê ye navê keştiyê United Leadership e û li gor agahiyên BasNewsê, li bendera Mehmûdiye ya welatê Moroccoyê petrola xwe vala dike, ji wê derê jî bi keştiyeke din bo bajarê Ogosta yê li Grava Assisi ya Îtalya bê şandin, herwiha eger heye ku her bi heman keştiyê jî bigihe wî welatî.
Kurdo Şaban/BasNews