Civak

Pêşmergeyên Kurdistanê derdûrên Kerkûkê girtin

 

Sekreterê wezareta pêşmergeyê Kurdistanê Cebar Yawer di daxuyaniyekê de ew yek eşkere kir ku, ji bo parastina can û malê hevwelatiyan ji grupên terorîst, biryar hatiye dayîn hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê her çar aliyên Kerkûkê bigirin û valahiya heye tejî bikin.

Cebar Yawer tekîd kir ku mebesta vê hemleyê jî tenê ew e rê li çekdarên grupên terorîst bê girtin daku nikaribin bikevin wan navçeyan û herwiha hevwelatiyên wan navçeyan û hêzên ewlekariyê ji kar û kirdarên terorîstî yên wan grupan bên parastin.

Li gor malpera Bas News, di daxuyaniya xwe de  Cebar Yawer dibêje:

      Piştî şêwir û axaftina digel waliyê Kerkûkê biryar hat dayîn hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wan cihên vala li Kerkûkê û derdora wê tejî bikin, bi taybetî jî herçar aliyên bajarê Kerkûkê. Mebesta vê hemleyê jî tenê ew e rê li grupên terorîst bê girtin daku nikaribin bikevin wan navçeyan û herwiha hevwelatiyên wan navçeyan û hêzên ewlekariyê ji kar û kirdarên terorîstî yên wan grupan bên parastin.

 Yawer dibêje ku, di van çend rojên borî de û li ser agahiyên îstîxbarata wezareta Pêşmerge terorîst xwe amade dikin karên terorîstî yên mezin li wan navçeyan bikin, bi taybetî li nav bajarê Kerkûkê, wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê jî wek erkê xwe dibîne ku ji bo parastina jiyan û malê hevwelatiyan wê valahiyê tejî bike.

Ji bilî derdûrên bajarê Kerkûkê, herwesa, pêşmergeyê Kurdistanê çûye nav bajarokê Daqoq, gundê mame, Topzawa û deverên kurdan yên girêdayî wîlayeta Diyalayê.

Weka tê zanî piştî bûyera Hewêce û di encam da arteşa Îraqê zêdetir ji 50 kesan ji Suneyan kuştin şer û pevşûn di navbera eşîrên Sune û arteşa Îraqê de dest pê kir û heta nuha jî ew şer li devera Hewêce, wîlayeta Mûsil û Diyalayî û bajarên din yên Suneyan berdewame û heta nuha zêdetir ji 250 kesan hatîne kuştin û bi sedan jî hatîne birîndar kirin.

 

Back to top button