Civak

Pêşmergeyan DAÎŞ ji 4 gundan derêxistin

Piştî ku doh çekdarên DAİŞ’ê êrîşî devera Zumar kirin û Hêzên Pêşmerge jî bersiveke dijwar dan wan; di dawî de 4 gundên sînorê devera Sihêla ji çekdarên DAİŞ’ê hatin paqijkirin.

Di vê derbarê de Fermandeyê Hêza Pêşmerge ya Sipîlkê li navçeya Sihêlan General Ebdulrehman Kewrînî agahî dan BasNewsê û got: ‘’Çekdarên DAİŞ’ê bi tevahî ji navçeyê vekişiyan û xelkên 4 gundan jî ji bin destê terorîstên DAİŞ’ê hatin rizgarkirin.’‘

Kewrînî wiha axifî: ‘’Hêzên Pêşmerge bi tevahî di amadebaşiyê de ne û dê êrîşeke sernaserî bo rizgarkirina yekcarî ya navçeyê bikin. Herwiha îro gelek kes ligel Hêzên Pêşmerge ketin têkiliyê û mil bi milê Pêşmergeyan şer dikin.’‘

Ji aliyekî din ve jî li devera Şingalê şer û pevçûn berdewam e û nûçeyên cuda di vê derbarê de tên belav kirin lê heta niha tiştekî zelal nîne; Tê gotin ku Pêşmerge ji Şingalê vekişiyane û ji aliyekî din ve jî tê gotin ku li heman deverê Pêşmerge û gerîlayên YPG’ê bi hevre li çekdarên DAİŞ’ê didin.(BasNews)

Back to top button