Cîhan
Pêşmerge pişta DAÎŞê şkand
Hêzên pêşmerge li bendava Mûsilê zêdetir ji 20 terorîst kuştinHêzên pêşmergeyên Kurdistanê çend cîh û yekeyên tektîkî yên terorîstên DAÎŞê li çend gundên sengera Rojhilatê bendava Mûsilê de topbaran kirin.Di encama topbarana han de herî kêm 20 terorîst hatin kuştin ku sê ji wan terorîstan qaşo emîrin û navên wan jî Ebû Sefa, Ebû henîn û Ebû Talibe.Her di dema êrîşên hêzên pêşmerge de balefirên hevpeymanan jî êrîşî ser du tirimbîlên terorîstan kirin ku çekên doşka li ser wan bûn û ew du tirimbîlên han li gel tirimbîleke din ya zirixî jî ji aliyê balefiran ve hate bordiman kirin û ew her sê tirimbîlên han hatin şewtandin û tevahiya terorîstên nava wan jî hatin kuştin.