CîhanRojev

Pêşmerge li Parîsê ligel berpirsên leşkerî dicivin

Şandeke Pêşmerge dê îro li Parîsê ligel berpirsên leşkerî bicive û piştre di merasîmeke leşkerî de bi ala Kurdistanê û Fransa tacegulekê deynin ser gora wî leşkerê winda (Kevana Serkeftinê).

Şanda Pêşmerge ji Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Ebdulxaliq Bapîrî û hejmarek fermandarên Pêşmergeyên Kurdistanê pêk tê.

Armanca şandê xurtkirina pêwendiyên leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de ye.

Ev serdan ji aliyê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Pêşmerge û bi alîkariya Federasyona Cengawerên Dêrîn ên Fransa ve hat organîzekirin.

Fransa yek ji wan welatên Ewropayê ye ku pêwendiyên wê yên dîrokî ligel Herêma Kurdistanê hene û roleke wê ya bihêz di têkşikandina DAIŞê û alîkariya Pêşmerge de hebû.

Jêder:K24

Back to top button