Pêşmerge li hemû eniyên şer êrîşê dikin
Serfermandarê Wezareta Pêşmerge ragihand ku, Hêzên Pêşmerge pêwîstiya wan bi alîkariyên bêtir heye da ku bi temamî terorîstan jinavbibin. Herwiha Pêşmerge li hemû eniyan êriş dikin ser çekdarên DAIŞê û beşek mezin hatine paqijkirin.
Hêzên Pêşmerge daxaza alîkariyên leşkerî bêtir dikin da ku li piraniya eniyan rûbirûyê DAIŞê bibin, ji ber ku bi dirêjahiya 1200 km sînorê Kurdistanê ligel terorîstan heye.
Di vê barê de, Serfermandarê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cemal di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragihand: “Sînorekî dûr û dirêj ê Kurdistanê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tê parastin ku li hember tendrostan şer dikin, lê çekên wan girandin û çekên Pêşmerge jî kevn in, lewma di wan pevçûnan de divê hizir li ser çekekî bikin ku karibe çekên wan bişkîne.”
Ferîq Cemal wiha got: “Niha derfetek baş heye da ku welatê cîhanê bi taybetî jî Amerîka ku bi awayekî rasterast alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin, ji ber ku ji bo derxistina DAIŞê divê bi rêya bejayî êrîşî wan bê kirin û eger ev kar bê kirin jî, hêzên Amerîkayê bi tenê nikarin bi vî karî rabin ji ber ku sînorekî dirêj di navbera Kurdistanê û DAIŞê de heye.”
Serfermandarê Wezareta Pêşmerge da zanîn ku, “Pêşmerge li hemû eniyan êriş dikin ser çekdarên DAIŞê û beşek mezin hatine paqijkirin.”