Parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nûceyfî got, operasyona rizgarkirina Mûsilê dê payizê destpê bike û di 3 meha bidome. Esîl Nûceyfî beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand operasyona kontrolkirna Mûsil dê di meha Îlonê destipê bike û berî serê salê bajar dê were kontrolkirin.Nûceyfî diyar kir ku Şieyên Heşda Şeibî tevlî operasyonê nabin û wiha domand:“Hêzên Pêşmerge niha bajêr ji 3 aliyan ve dorpêç kiriye. milîsên Şie ji ber ku ji hêrêmê dûr in nikarin hêza xwe bişînin. Herwiha ti havkariya milîsan bi rêvebiriya hevpeymaniya operasyonê birêve dibe re nîne.”Parêzgarê berê yê Mûsilê got ew pêşbînî dike ku operasyon dê payizê destpê bike û dê heyama 3 mehan de jî bidawî were.Nûceyfî herwiha got, heya niha amadekarî ji bo pêşwazîkirna koçberan nehatiye kirin.Roja 9ê Hezîrana sala 2014an çekdarên DAIŞê bajarê Mûsilê girtibûn.Tê gotin protokola navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hatî îmzekirin dê li operasyona rizgakirina Mûsilê were sepandin.Rola Hêzên Pêşmereyên Kurdistanêdê li gorî protokola navborî were şêwandin.Rêxistina DAIŞê parêzgeha Mûsilê weke paytexta xwe destnîşan kiriye.
Pêş
Flaş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Husiyan fûze avêtin Îsrail28/06/2025