Civak
Jenosîda Barzaniya
PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê ):
‘’Ji bo 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan dîyarîya herî mezin îlan kirina serxwebûna başûrê Kurdistanê ye’’
‘’Güney Kürdistan’ın bağımsızlık ilanı, Barzan Enfal şehitlerine verilecek en büyük hediye olacaktır’’
Di dîroka Kurdistanê de ji bo ji holê rakirina gelê Kurdistanê bi dehan jenosîd hatine kirin. Yek ji wan
jenosîdan jî ya di 31ê Tîrmeha 1983an de li dijî Barzanîyan hatibû lidarxistin.
Dewleta Iraqê ya di serokatiya Saddam Huseyîn de 32 sal berê rojeka wek îro, êrîşeke berfireh û dijwar li
dijî gelê Kurdistanê û bi taybetî jî li dijî Barzanîyan destpêkir. Ev êrîş weka ‘’Enfal’’ hate binavkirin ku navê
xwe ji Quranê ji sûra ‘’ El Enfal’’ê digre û tê mana qetlîam û xenîmetê. Di encama van êrîşan de bi deh
hezaran kes hetin qetil kirin, gund hatin şewitandin, hatin hilweşandin,mizgeft û dêr hatin xera kirin, bi
hezaran mirov ji cîh û warên xwe hatin dûrxistin, zarok hatin dîl girtin û kirin kole, jin wek xenîmet hatin
kirîn û firotin.
Yek jj xedartirîn qetlîamên Enfalê, 31ê tîrmeha 1983an li dijî eşîra Barzaniyan hate lidar xistin. 8 Hezar
mêrên ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn , ji alîyê rejîma Seddam , ji herêma Barzanê hatin derxistin
û anîn herêma Kuştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye, li kampên Kudus û Kadisiye heps kirin. Mêrên
Barzanîyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawiya eziyeteka mezin de hatin
wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê de 33 sal derbas bû ye,
lê hîn jî tu xeber ji van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin.
Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawiyê hatine dîtin.
Di encama êrîşên Enfalê de 182 hezar kurd ji holê hatin rakirin, hinek ji wan hatin kuştin, hinek ji wan ji bo
artêşên ”Fedaîyên Saddam” û ”Hêza Zarokan a Seddam” hatin verêkirin, keç û jin jî wek cariye hatin
firotin şêxên Ereban. Îro jî kes bi zelalî nizane yên kuştî li kuderê hatibe veşartin, keç û jin firotin kê, hîn li
jiyanê ne an na.
Sedema sereke ya enfalkirina 8 hezar Barzanîyan bêşik Kurdbûna wan e. Lê sedemeke taybetî ya
enfalkirina Barzanîyan heye, divê mirov balê bikşîne ser wê. Wek tê zanîn eşîra Barzanîyan di têkoşîna
netewî de roleke wan a gelek girîng heye. Di hemû rewşan de li huvîyet û welatên xwe xwedî derketine, tu
car teslîm nebûne, her cara ku îmkan dîtine ji 7 heta 70 saliyan wek gel liberxwe dane. Ji salên 1900î û
heta îro, bi tevahî gelê me yê Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî eşîra Barzanîyan, bê navber bûne bargeha
esasî ya berxwedanê. Ev e sedema esasî ye herêma Barzan û eşîra Barzanîyan bûne hedefa
mêtingehkaran.
Lê Enfal û jenosîdan nekaribûye rê li ber doza azadiya Kurdistanê bigire. Bi xwîna bi sed hezaran şehîdan,
Dewleta Federe ya Başûrê Kürdistanê hatiye damezrandin.Û îro ev dewlet ber bi serxwebûnê ve dimeşe.
Îlan kirina serxwebûna başûrê Kurdistanê dê dîyarîya herî mezin û bi rûmet be ji bo 8000 şehîdên Enfala
Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê.
Di 33emîn salvegera Enfala Barzanîyan de em şehîdên vê komkujîyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî
bibîrtînin.
31.07.2016
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê