Cîhan

Pêşmerge hêzeke çalak e.Nûrî Malikî jî sedema ketina Mûsilê bû

Wezîrê bergiriya Amerîkayê ragehand ku Pêşmergeyên Kurdistanê hêzeke çalakin di parastina axa xwe de, Nûrî Malikî jî bi sedema ketina Mûsilê dide zanîn, dibêje jî ku serkirdeyên “jîr û lihevhatî” ji rizgarkirina nevçeyan re pêwîstî in.Di civîna Encûmena Pîran a Amerîkyê de, Ashton Carter ragehand ku pêwste proseya perwerdekirin û pirçekkirina leşkerên Iraqê biserbikeve û da zanîn ku heta neha 250 pisporên Amerîkî gehiştine Iraqê.Derbarê ketina Mûsilê de, Carter aşkere kir ku Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî sedema ketina Mûsilê bû û got: “Siyaseta Heyder Ebadê cudaye ji ya Malikî.”Herwiha diyarkir ku piştî ketina bajarê Mûsilê artêşa Iraqê lawazbûye û bi mebesta bihêzkirina leşkerê Iraqî û pêşkeftina wan, Amerîka plana şandina 3hezar û 500 perwerdekraran dariştiye ku li ser 6 navendan hatine parvekirin.Di dawiya axfitina xwe de, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ragehand ku Pêmergeyên Herêma Kurdistanê “Hêzeke Bejayî ya çalak û bihêze ku berevaniya xaka xwe dike” herwiha diyakir ku ew dê li ser pirçekirina wan berdewam bin.

Back to top button