‘’Em rûpeleke nû jibo pêşeroja milletê xwe û welatê xwe vekin.’’

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik:‘’Em rûpeleke nû jibo pêşeroja milletê xwe û welatê xwe vekin.’’Rewşenbîrê Kurd rêzdar Îbrahîm Guçlu di nîvîseke xwe de behsa merasîma bibîranîna serokê duwem yê PDKT merhûm Faîk Bûcak kiribû. Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) rêzdar Mustafa Özçelik di derbarê vê nivîsê de daxuyanîyeke kurt ji rêzdar Îbrahîm Guçlu re şand û wî jî ev daxuyanî di malpera xwe de belav kir.Daxuyanîya Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik weha bû:‘’Merheba Kekê Îbrahîm….Cenabê te gotîye PAK beşdarî merasîma bibîranîna merhûm Faîk Bûcak nebû ye. Lê bawer dikim di vê şîroveyê de pêwîstî bi serrast kirinekê heye. Jiber ku PAK bi heyeteke ji 3 kesan pêkhatî beşdarî merasîma bibîranîna merhûm Faîk Bûcak bûye.Herweha PAKê di roja 05.07.2015ê de, daxuyanîyeke taybet jibo bibîranîna merhûm Faîk Bûcak belav kirîye.Bi rastî jî tu eleqeya PAKê bi wan ”bûyerên dîrokî yên tehl” jî tuneye. PAK wek partîyeke azadîxwaz,demokrat ya Kurdistanî, xwe berdewamîya Faîk Bûcak jî, Seîd Elçî jî, Dr. Şivan jî dibîne.PAK xwe berdewamîya Şêx Seîd jî, ya Seyîd Rıza jî, ya pêşewa Qazî Mihemed jî, ya Mele Mistefa Barzanîyê nemir jî dibîne.PAK xwe berdewamîya hemû xebatkar, têkoşer, pêşmerge û gerîlayên ku jibo azadîya Kurdistanê canê xwe feda kirine, keda wan hene dibîne. PAK dibêje em rûpeleke nû jibo pêşeroja milletê xwe û welatê xwe vekin.’’ Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Nerîna min :