Polîtîk

Pêşmerge herêmê ji DAÎŞê pakij dike

Li gora agahdariyên herî dawî ji enîya şer gihaye destê me, rewşa dawî ewe ku Pêşmerge pêş dikeve û Çekdarên DAÎŞ direvin.

Rabia (Tilkoçer) bi temamî di bin kontrola pêşmerge de ye.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji 3 aliyan de ketin nava Şingalê û cih bi cih şer berdewam e. Lê çekdarên Daîş direvin û bacar ket di bin kontrola pêşmerge de.

Herweha gundên derdora Musilê û taybetî li herêma ku kurd lê dijîn hemû di bin kontrola pêşmerge de ye. Hinek gundên ku ereb jî lê dijîn di destê Pêşmergede ye.

Rêyên revê piranî hatine girtin.

Li gora agahdariyan kuştiyên DAÎŞ bi sedane. 

Herweha hêjayê gotinê ye ku balefirên cengî yên Iraqê jî hinek deverên wek Tehrîr bombebaran dikin.

Pêşmerge bi temamî Zimar girtiye li di hinek taxên bajîr de carcarê şer dibe û çêkdarên DAÎŞ yên mayîn rêya revê digerin.

Çekdarên DAÎŞ yên direvin hewldidin ku xwe bighînin bajarê Telefer û devera Becê.

Operasyona Pêşmergyan berfirehî berdewam e. Dê demek nêzik berpirsên hêzên Pêşmergeyan ji bo encamê daxuyaniyekî bidin.

Back to top button