Pêşmerge berê xwe da Musilê
Êrîşa Pêşmergeyên Kurdistanê bo ser bajarê Mûsilê dest pê kir. Hat ragehandin ku zêdeyî 10 hezar Pêşmerge ji bakur û rojhilatê Mûsilê ve êrîşî çekdarên DAİŞ’ê dikin.
Li gor kanala Elmeyadîn, îro Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê taxa Hey Qahîre ku dikeve rojavayê Mûsilê ji çekdarên DAİŞ’ê paqij kirine. Herwiha hat ragehandin ku di van êrîşên dawî yên Pêşmergeyan de bo ser Mûsilê, firokeyên şer ên İraqê jî çekdarên DAİŞ’ê bombardiman dikin.
Her îro çavkaniyeke agehdar ji eniya şer, ji BasNewsê re got ku serê sibehê çekdarên DAÎŞ’ê bi 15 otomobîl û çekên giran êrîşî gundê Belabil ê ser bi bajarokê Nemrûd li rojhilatê Mûsilê kirin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku Hêzên Pêşmerge bi alîkariya balafirên şer ên Iraqê derbeyek mezin li çekdarên DAÎŞ’ê dan û di vê êrîşê de her 15 otomobîlên DAÎŞ hatin şewitanidn û 62 çekdarên wê jî hatin kuştin.
Serok Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî doh ferman dabû Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê daku ji rewşa berevaniyê derkevin û bi hemû şiyana xwe êrîşî terorîst û dijminên xak û xelkê Kurdistanê bikin.(Bas)