Pêşangeh:“em ên wenda“
Cara yekemîn di 27’ê Gulana 1995’an de bi hejmareke hindik a ku xizmên wendayan û parêzvanên mafên mirovan li ber dibistana lîseyê ya Galatasarayê bi navê “Qêrîna bêdeng” dabûn destpêkirin a bi tevlêbûna xizmên wendayan ên ji Amed, Êlih, Riha, Cizîrê ev 17 sal in didome.
Di bin çavan de piştî lêpirsînan hatin kuştin û ji balafiran avêtin daristanan, di bîrên asîtan de hatin tunekirin, di qazanên kalorîferan de hatin şewitandin. Hinek ji wan jî “li cihên ku nayên zanîn” Wekî Motkan, wekî Newala Qesaban di gorên tomarî de û ew binax kirin.
Xizmên wendayan ji bo ku tiştên bi serê zarokên wan, hevserên wan û dê û bavên wan de hatine hîn bibin û ji bo darizandina îşkencekar û kujeran têkoşiyan.
Lê belê bi wê wehşetê hezkirî û evîndarên gelek kesan ji destên wan hatin standin.
Hin kes dema ku li ber mirinê bûn, bi hêviya ku xizmekî/e wan li vir wan bibînê ku li goristana bêkesan bên binaxkirin.
Hin kesan dixwestin ku kesên li ber kêlê gora wan bigirîn hebin.
Sed mixabin heta niha tu daxwazên wan bicih nehatin.
Lewre dewlet tim û tim ji hev rûbûna kesên ku kuştine û hestiyên wan, ji hesabdayina kiryarên xwe yên kirêt û pêkanînên xwe yên dermirovî tirsiyaye û ditirse.
Heta ku hesabê demên borî neyê pirsîn, damezrandina dahatuyeke azad û dadmendî ne pêkan e.
Ji bo ku hesabê demên borî were pirsîn, min xwest ku ez jî wêneyên ku min li Amed, Êlih, Cizîr û Stenbolê kişandine, dengê xwe tevlî dengên “Dayikên Şemiyê” bikim.
Tevlêbûna we ya pêşanhega wêneyan jî wê hêzê bide vê xebatê.
Pêşengeha weneyên Dayîkên şemiye:
Dem: 12-ê Îlonê 2011
Demjimêr: 18.30
Pêwendî:İ04122233033-0533 303 02 23 [email protected]
Cih: Galeriya Hunermendî ya – Sümerpark