Polîtîk

HEVKARÎ: Şoreşa Îlonê mezintrîn şoreşa kurd bû

Ji bo 65 saliya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistan û bîreweriya 50 saliya Şoreşa Mezin ya Îlonê:

Rêzdaran, Mêhvanên hêja!

Bi rêz û silavên Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî, em bixêrhatneke germ li we hemuyan dikin!

Îro, em li vir civiyane ji bo şahî û pîrozkirina 65 emîn salvegera damezrandina partiyeke kurdistani û gelêrî: Partiya Demokrat a Kurdistan.

Partî, di demekê de hat damezrandin ku pêwîstiya miletê kurd gelek bi rêkxistneke siyasî, welatperwer û demokrat hebû. Ev daxwaza gelê kurd di sala 1946 ande, bi rêberiya serokê nemir Mustafa Barzanî û hevriyên wî pêk hat. Partî wek serkêşa bizava azadîxwaziya neteweyê kurd, karwanê xebatê ajot û pêşengî kir.

Hemû tex û çînên kurdistanî, bi pirrengî û bi pirrdengiya xwe ve, di nav Partiyê de cîh grtin. Partî bû hêlîna welatperweriyê, bû hêvî û umîda miletê kurd. Partî, ji bo kurdên li beşên din yên kurdistanî jî bû hêviyeke mezin û ew hêviya mezin heta noke jî berdewam e.

Rêzdaran,
Digel vê bîreweriya pîroz, îro yazdê Îlonê, bîreweriya 50 saliya şoreşa mezin ya Îlonê ye. Ew şoreşa ku bi serkêşiya Partiya Demokrat a Kurdistan û serokatiya Barzaniyê nemir destpê kiribû. Şoreşa Îlonê mezintrîn şoreşa kurd bû ku karîbû gelek deskeftiyên mezin ji bo miletê kurd bidestve bîne, weko lihevhatina yazdê adara dîrokî, di sala 1970 de. Ew deskeftî encamê xebata pêşmergên qehreman û şoreşa Îlonê bûn.

Mêhvanên hêja!
Bizava azadîxwaza kurd daye xuyakirin ku yekîtî û hevgrtina netewî hebe, miletê kurd digihîje mafên xwe. Azadiya li Başûrê Kurdistanê (Parleman, Hikûmet û dam û dezgehên din) ji bo me nimûneyên hêja ne. Ev deskeftî û azadiya  netewî berhemên vê hevgirtin û vê yekêtiyê ne. Yekêtiya netewî rêxoşker e ji bo azadî û rizgariya beşên Kurdistan yên din jî.

Xuşk û birayên hêja,
Careka din, weko adetê xwe, rejîma Turkiyê û Îranê dest bi topbarankirin û bi bombebarankirina Kurdistana Azad kirine. Bi sedan xelkê me yê sîvîl û bêguneh ji ser warê bab û bapîran mişext û derbeder krine.

Em weko Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê van bombebarankirin û destdrêjiyên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî rûreş û şermezar dikin.
Em bangî Netewên Yekbûyî, YE û Parlemana Swêdê dikin ku her çî zûtir helwêst wergirin, li hember van destdrêjiyan bêdeng nemînin û êrîşên Turkiyê û Îranê bidin rawestandin.

Dvê Turkiye û Îran rêz li sînorên dewletên din bigrin.

Em di vê serhildana li Suriyê ku de gel rabûne ser piyan ku gelê kurd jî beşek e ji vê serhildanê ye, em ji bo bidestveanîna mafên rewa yên gelê kurd li Suriyê, bi germî piştgiriya wan dikin.

Rêzdaran,
Pirsa kurd û Kurdistanê pirseke netewî û siyasî ye, bi tundî, tîjî û bi înkarê çareser nabe. Em çareseriya pirsa kurd di bombebarankrin û di topbarankrinê de nabînin. Çareserî ji bo doza kurd tenha û tenha riyên aştiyane, dyalog û tedbîrên siyasî ne.

Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî piştgriya daxwazên bidestxistna hemû mafên gelê kurd, li herçar beşên Kurdistanê dike. Em bi giştî terorîzmê li hemû cîhanê şermezar û rûreş dikin.

Em wek Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnêneratiya 27 partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê dike, van herdu bîreweriyên dîroki, 65emîn salvegeriya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistan û 50 î saliya şoreşa mezin ya Îlonê li tevaya kadir, endam, dost û hevalên PDK û li tevgera siyasî ya kurdistanî û li tevaya neteweyê kurd bi dilgermî pîroz dikin!
Em hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêz û rûmet bibîr tînin.
Digel slavên têkoşeriyê.

11/9/2011

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

 

Back to top button