Civak

Perîzad Şeban Berwarî yekem û hevpeymaniya Kurdistanî duyem e

Piştî komsyona bilinda helbijartinan li Îraqê 94% ji dengên helbijartina parlamentoya Îraqê, ku li roj 7.3.2010ê hatine kirin, vavartîn derket ku di nav hemû jinên berendamên Kurdistanê de Perîzad Şeban Berwarî dengên herî pir bi destxistine ku dike 20930 deng.
Perîzad Şeban Berwarî li sala 1970ê li bajarê Duhokê hatiye ser dunyayê û li sala 1977ê dema ew 7 salî bû bavê wê (Şeban Mihemed Berwarî) tevî çend hevalên xwe ku ser bi PDKê bûn ji aliyê rejîma Baas ve hatine îdamkirin. Dayka Perîzadê jî (Sebriye Hekarî) yek ji kadroyên PDKê û helbestvaneka berniyase ku ta nuha dû dîwanên wê ên helbestan hatine çapkirin. Perîzad bixwe jî berî salekê ji Swêd vegeriyaye Kurdistanê.
Perîzad berendama Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî ser bi PDKê  li parêzgeha Duhokê bû. Ji hejî gotinê ye ku di hewa helbijartinan de lîsten siyasî zêdetir ji bo zelaman kar dikir ji ber ku ew di wê bawerê de bûn 25% jin bi sîstema kuta di gehine parlamentoyê, loma jî karekî gelek giran kete ser milên jinên berendam û gerek bû wan bixwe kar û xebat xwe bimeşanda. Lê di ser vê çendê jî re Perîzadê gelek zêdetir deng anîn ji hinek ji wan kandîdên ku kar û pareyekî zêde jê re hatiye xerckirin.
Çavdêrekî helbijartinan serkeftina Perîzadê vedigerîne ji bo van xalan:
1- Navûdengiya malbata wan wek malbateke xebatker û kurdperwer û keça şehîdekê Kurdistanê.
2-  Kempaniyeka serkeftî: çavdêr dibêjin baştirîn kempaniya helbijartinê di nav ên jinan de li Kurdistanê a Perîzadê bû ku hindek kesên şareza û zîrek li pişt bûne.
3- Kesayetiya Perîzadê: wek keseke xwedî kesayetiyeke xoştivî û zîrek û rewan di nav xelkî de xuya bû.

Jinên hevpeymaniya Îraqî û hevpeymaniya Kurdistanî kursiyên jinan kontrol dikin
Di helbijartinên parlamentoya Îraqê ên roja 7.3.2010ê ku 82 kursî ji bo jinan hatine terxan kirin û 1798 jinan hevrikî li ser wan kursiyan dikir, nuha jî piştî ku 95% ji dengan hatien vavartin xuya dibe ku pitirîn deng jinên ser bi hevpeymaniya nîştimanîya Îraqî û Lîsta hevpeymaniya Kurdistanî bi destve anîne ku bi vî şêweyê xwarê ye:
1- Meha El-Dûrî 29482 deng/hevpeymaniya nîştimaniya Îraqî/ Bexdad.
2- Perîzad Şeban Berwarî 21287deng/Hevpeymaniya Kurditanî/Duhok.
3- Şilêr Ezîz 17340 deng/ Hevpeymaniya Kurdistanî /Hewlêr.
4- Celîle Ebdulzehre 15208 deng/ Hevpeymaniya nîştimanîya Îraqî/Mîsan.
5- Viyan Dexîl Seîd 14992 deng/Hevpeymaniya Kurdistanî/mosil.
6- Lîqa Al Yasîn 14954deng/Hevpeymaniya nîştimaniya Îraqî/Necef.
7- Nesrîn Enwer 14097/ Hevpeymaniya Kurdistanî /Hewlêr.
8- Lane Muhemed 13514 Hevpeymaniya Kurdistanî /Mosil.
9- Jîn Nûrî Îsmaîl 13068 deng Hevpeymaniya Kurdistanî /Hewlêr.
10- Cola Hacî 11861 deng Hevpeymaniya Kurdistanî /Duhok.

Back to top button