Polîtîk
Perinçek ji bo girtina HDPê doz vekir
Li Tirkiye Partiya Niştimanî (Vatan Partisi) partiya ku Dogu Perinçek serokê wê ye, doza girtina HDPê kir.
Vatan Partisiyê serî li dozgerê Giştî da û bi awayek fermî daxwaza girtina HDPê kir. Cîgirê serokê giştî yê Vatan Partisi Nusret Senem bi nivîskî serî li dadgeha Temizê ya Tirkiye da û daxwaz kir ku ji bo HDP bûye nawendek ya li dijê serxwebûna dewletê, û zererê dide yekitiya Millet û Welat.. bête girtin.
Herweha Senem da xûyakirin ku li gora destûra Tirkiye benda 68ê HDP nikare wek partiyek yasayî kar bike. Berê hinek partî ku dehûyeka HDPê tişt nakiran hatine girtin.
Tê zanin ku demekî ev partî û PKK nêzik hevûdin bûn di navabera Abdullah Ocalan û Dogu Perinçek de dostaniyek û nêzingbûnek taybet hebû.