Cîhan

Pentagon û Kongrês li ser dana çekên giran bo Pêşmerge hevnêrîn in

Pêşniyarqanûnek nû li Kongirêsa Amerîkayê heye ku dibêje, bila kurd bi awayekî rasterast alîkariyên leşkerî ji Amerîka werbigirin. Di nava dezgehên ragihandinê yên Amerîkayê de behsa wê yekê tê kirin ku, Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku divê Hêzên Pêşmerge bên biçekirin.Malpera Spotîng ragihandibû ku, di pêşniyarqanûna bergiriya niştimanî ya sala 2016an de daxwaz ji Serokê Amerîka Barack Obama û berpirsên Pentagonê hatiye kirin ku di şerê li dijî DAIŞê de rasterast çekan ji Pêşmerge re bişînin.Serokê Lêjneya Ewlehiyê di Encumena Nûnerên Amerîkayê de Mak Tornêrî ragihandiye ku li gorî wê pêşniyarqanûnê, desthilat dide Obama û Artêşê ku bo şerê DAIŞê çekan bidin Pêşmerge.Mak Tornêrî wiha gotiye: “Ev cara yekê ye ku kurd bibin beşek ji pêşniyarqanûnekê li Amerîka û daxwaz ji Pentagonê were kirin ku çek ji kurdan re bê şandin. Ev nêzîkî mehekê ye û bi taybetî piştî operasyonên Rûsya li Sûriyê, Amerîka jî li xwe vegeriya û pilaneke nû bo şerê mezintirîn rêxistina terorîstî. Li gorî medyaya Amerîka, kurd dê di wê pilanê de bo jinavbirina DAIŞê roleke sereke bibînin û bo wî şerî dê bi çekên giran alîkariya kurdan bikin.”Ligel wê jî ev çend roj in ku rojnameyên navdar ên Amerîka, daxwaz dikin welatê wan kurdan tenê wek hevpeymaniyê leşkerî nebîne, lê belê ji hemû aliyan ve alîkariya wan bike, ji ber ku kurd hevpeymaniyeke pir baş e bo Amerîka li navçeyê.Herwiha li gorî berpirsên leşkerî yên Amerîka ku ji rojnameya Sportîng re axivîne, eger ji Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar bû ku Bexda di şerê li dijî DAIŞê de alîkariyên leşkerî pêşkêşî Pêşmerge nake, wê demê Washington dê rasterast çekan bide kurdan û desthilatê bide artêşê û îdareya Obama ku rasterast çekan bidin kurdan.Duhî Çarşemê, senetorên Amerîka pêşniyarqanûna Bergiriya Niştimanî bi piraniya dengan pesend kir. Ew jî bi awayekî bû ku piraniya endamên Kongrêsê ligel de bûn. Beşek ji wê pilanê şandina çekan bo kurdan bû bi awayekî rasterast.Li gorî daxuyaniya Senetor Rênd Palîş, Komarî ku niha piraniya Kongirêsê pêk tînin, ligel piçekirina Hêzên Pêşmerge ne û ew pêngav jî kar jê re tê kirin ji ber ku Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku divê Pêşmerge bê biçekirin. 

Back to top button