Cîhan

Penaberên surî yên li Kurdistanê pêwîstî bi alîkariyên navdewletî heye

Bi armanca zêdetir xurtkirina têkleiyên di navbera welatê Swêd û herêma Kurdistanê de, îro Jorgan Lindsrom sefîrê Swêdê yê Îraqê serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di civînekê de, sefîrê Swêdê li hember pêşveçûna têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Swêdê de kêfxweşiya xwe nîşan da û behsa ka rû xebatên sefaretxaneya Swêdê a li Bexdayê kir û got ku, ew lêdixebitin têkeliyên xwe di hemû waran de digel Îraq û herêma Kurdistanê xurt û berfireh bikin.

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve ji şandeya mêvan re behsa pêşveçûnên siyasiyên herêma Kurdistan û Îraqê û rewşa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê li hember pêşhat û guhertinên herêmî diyar kir. Herwesa Mistefa behsa amadkariyên Kongreya Netewî ya Kurdî û armanc ji bestina wê kongreyê kir.

Her du aliyan behsa kirîza Suriyeyê û rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê kir  û di vê çarçoveyê de berprisê têkeliyên derve tekîd li ser wê yekê kir ku, penaberên surî yên li herêma Kurdistanê pêwîstî bi alîkariyên civaka navdewletî heye û hikûmeta herêma Kurdistanê nikare bi tenê tev pêdawîstiyên penaberan dabîn bike.

Back to top button