Têkilîyên Enqere û Moskowê mohra xwe li rapora îsal a Parlamentoya Ewropa ya Tirkîyê xist. Di raporê de bal hat kişandin ku biryarên DMME yên di derbarê Demîrtaş û Kavala de mecbûrî ne û ji bo pirsa Kurd banga “pêvajoyek siyasî ya nû û bi rûmet” hat kirin.
Di rapora îsal a ku ji alîyê raportorê Tirkîyê yê Parlamentoya Ewropayê Parlamenterê Îspanyayê Sanchez Amor ve hatiye nivîsandin, diyaloga Enqere-Moskowê derdikeve pêş. Hat diyarkirin ku şerê Rûsya yê li dijî Ukraynayê encama wê li ser têkilîyên Yekîtîya Ewropayê û Tirkîyê heye, ji ber ku Tirkîye hewl dide ku têkilîyên xwe yên bi Rojava û Rûsyayê re di heman demê de bidomîne.
Di raporê de diyaloga Enqerê ya bi Moskowê re di vê pêvajoyê de bi eşkereyî tê rexnekirin. PE bi daxwaza “destpêkirina pêvajoyek siyasî ya nû û bi rûmet” ji bo “pirsa Kurd”, bangî hevdîtin û mizakereyek siyasî û nû kir. PE ji bo “zêdebûna bandora Diyanetê ya di pergala perwerdeyê de” îfadeya “xemgîniyê” bi kar anî. Hat diyarkirin ku mafên jinan “xirab dibin” û gotinên nefret û cudakarîya li hemberî civakê zêde dibin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku pêvajoya endamtîya Tirkîyê ji ber ku “Hikûmeta Tirkîyê guhertinek radîkal pêk neanîye” nikare ji nû ve dest pê bike. Ji bo şikandina vê “qedexeyê” ji hikûmeta Tirkîyê, welatên endamên Yekîtîya Ewropayê û sazîyên Ewropayê tê xwestin ku “ber bi hevkarîyek tundtir, dînamîk û stratejîktir bimeşin”.