PDKI pişgiriyê li referanduma serxwebûnê dike
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku ew piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê dikin bo diyarkirina çarenivîsa xelkê Başûr. Endamekî Polîtburoya wê partiyê jî dibêje em pişta xelkê Başûr digirin, ji ber ku ji mafê wan e wê referandumê bikin. Rostem Cîhangîrî Endamê Polîtburoya Endamê Polîtburoya PDKÎ ji malpera KDP.info re ragihand: “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê piştevaniyê lidaxwazên rewşa yên hemû perçên Kurdistanê dike ew jî bo bidestanîna mafên rewa yên gelê kurd bi taybetî ew pirosaneyên ku hizib û xelkêHerêma Kurdistanê mafê wan ê biryardanê li ser heye û bi mafê xelkêKurdistanê dizanin.”Cîhangîrî wiha got: “Referandum mafê rewa yê hemû gelên cîhanê ye û welatiyên Herêma Kurdistanê mafê wan ê rewa ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û em piştgiriyê li vî mafê kurdan li perçên din ênKurdistanê jî dikin û piştgiriyê li wan dikin eger daxwaza referandumê bikin ji ber ku tek çareserî ye bo yekalîkirina pirsgirêka kurdî ye bo bidestanîna mafê netewî yê wan.”