Polîtîk

PDKê ji bo avakirina hikûmetê pêngavên baş avêtiye..

Çavdêrê siyasî û mamosteyên zanîngê behsa helwesta PDKê dikin di avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê de û dibêjin, divê bilez ew hikûmet ava bibe û PDKê ji bo wê yekê pêngavên baş avêtiye û niha tişta ku maye partiyên siyasî yên din ku bersiva wan pêngavên PDKê bidin.

Duhî Koma PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de daxwaz kir ku Hikûmeta Kurdistanê bilez bê avakirin. Piştî wê helwesta Koma PDKê xelkê Kurdistanê pêşwazî li wê helwêstî kirin.

Şirovekarê siyasî û serkirdeyê berê yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistabê Dr. Dîndar Necmedîn Doskî ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK pêngavên baş avêtiye û çavê xelkê Kurdistanê li ser wê yekê ye ku hikûmeta bê bi ser kirîzan de biser bikeve, lewma pêwîst e bilez hikûmet bê avakirin. Xelkê Kurdistanê jî di hilbijartinan de beşdar bûn û dengê xwe dan da ku berhema dengê xwe bibînin û nabe ew pirs gelekî dirêj bike.”

Doskî wiha got: “Daxwaz dikim ku birayên me yên PDKê ku di hilbijartinan de yekem bûn, bilez dest bi danûstandinan bikin ligel partiyên siyasî û pirs avakirina hikûmetê yekalî bikin. Bo YNKê jî pir girîng e ku bi ciddî pêşde bê û nabe YNK pirsa Kerkûkê wek karteke guvaşê bikar bîne, ji ber ku pirsa hilbijartinên Kurdistanê ligel pirsa Kerkûkê dû tiştên cuda ne û nabe tevlî hev bibin.”

Hevdem Rojnamevan û şirovekarê siyasî Soran Sêwkanî ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Hikûmeta niha dema wê bidawî bûye û nikare bernameyên dûrûdirêj ên sitratejîk deyne, lewma jî pêwîst e hemû partiyên siyasî piştevaniyê li hewlên PDKê bikin di avakirina hikûmetê de û em hêvîdar in di hikûmeta bê de Mesrûr Barzanî bi ezmûneke baû û bi serkeftî rûbirûyê kirîzan bibe û hemû partiyên siyasî piştevaniyê lê bikin.”

Sêwkanî wiha domand: “Nabe hinek hizib ji bo destkeftên xwe, bibin sedema paşxistina hikûmeta Kurdistanê. Eger hikûmet li gorî encamên hilbijartinan bêk tê, gerek ew yek li ser erdê jî bê dîtin. Hewlên PDKê û daxuyaniya Koma PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de pir baş bûn û pêngavek bû ji bo derketina jî vê rewşa niha.”

Ji aliyê xwe ve, Dr. Keywan Azad Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Divê hemû partiyên siyasî ji aliyê xwe ve kar bikin ku hikûmet bilez pêk were. Daxuyaniya Koma PDKê pir baş bû û nabe meramên siyasî yên hizban bibe astengî li pêşiya avakirina hikûmetê. Tişta ku her kes daxwaz dike xizmetkirin û baştirkirina jiyana xelkê Kurdistanê ye, lewma jî pêwîst e hemû partiyên siyasî kar ji bo wê yekê bikin ku bilez hikûmeta nû bê avakirin. Herwiha girîng e di hikûmeta nû de bernameyek ji bo karê ciddî û bihêz bê danîn, da ku hemû partiyên siyasî piştevaniya wê bikin û girîng e ku hewlên PDKê ji bo wê yekê bên dîtin, ku heta niha ji bo avakirina hikûmetê kiriye.”

 

Back to top button