Polîtîk

Heta PKK li Rojavayê Kurdistanê be em aramiyê nabînin

Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Hesen dibêje, heta PKK li Rojavayê Kurdistanê be em aramiyê nabînin û dê Tirkiye berdewam be li ser gefên xwe. Herwiha got: “Em bi rêya welatên cîhanê hewl didin ku xelkê Rojavayê Kurdistanê nebin qurbanî siyaseta PYD û PKKê.

Newaf Hesen ji malpera KDP.info re ragihand: “Her karek li hemberî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bê kirin, bi razîbûna civaka navdewletî û Tirkiyê ye, lewma niha behsa wê yekê tê kirin ku rêjîma Sûriyê cihê Amerîka bigre li Sûriyê û pêwendiya Tirkiyê jî zêdetir bi sînorê wê heye ku ew jî Rojavayê Kurdistanê ye, lewma jî gefên Tirkiyê pir ciddî ne ji ber ku heta şûnwarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê hebin dê Tirkiye berdewam be li ser gef û êrîşên xwe, lewma jî pêwîst e PYD xwe bike hizbekî Rojavayê Kurdistanê û xwe ji PKKê dûr bike û rêkeftinê li partiyên Rojavayê Kurdistanê û ENKSê bike, da ku civaka navdewletî Tirkiyê razî bike ku êrîş neke ser Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku eger rewş wisa bimîne pir zehmet e ku Tirkiye ji gefên xwe paşvekişe.”

Hesen wiha got: “Metirsiyeke ciddî li ser Rojavayê Kurdistanê heye, lewma jî em wek ENKSê ligel welatên navçeyê û welatên mezin hewl didin ku xelkê Rojavayê Kurdistanê nebin qurbanî û mertal ji PKK û PYDê re, lewma jî beriya çend rojan şandeke me serdana Rûsya kir û şandek jî li Erebistana Siûdiyê bû, ji bo ku xelkê |Rojava nebin qurbanî û bi rêya dîplomatîk ew pirs çareser bibe.”

Newaf Hesen wiha domand: “Pêwîst e hemû alî guvaşê li PYDê bikin ji bo ku li xwe vegere û êdî xelkê Rojavayê Kurdistanê nebin siyaseta wan a şaş.”

Back to top button