Polîtîk

PDK xwe ji zimanê tund dûr têxe

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand: “Li ser fermana Serok Mesûd Barzanî me biryar daye ku tevahiya gotar û nivîsên tund rawestînin.”

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro Duşemê (03.06.2019) di daxuyaniyekê de ragihand ku li ser fermana Serok Mesûd Barzanî û ji xizmetkirina proseya siyasî û nehêlana dilgiraniyên welatiyan re li pêşiya cejnê wan bi yekalî êrîşên medyayî rawestandin.

Mehmûd Mihemed got: “Ev rewşa hestiyar a navçeyê û Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî , atmosfereke aram û tehemûl û lêbihurîneke bêtir ji me tê xwestin. Mixabin ku bi sedema gotar û nivîsên berê yên çend kesên desthildatdar û beşek ji medyayên YNKê ku bi zimanekî zivir û dûr ji etîkêta siyasî û medyayî êrîşî ser kesayetî û partiya me kirin û alozî di medyayan de derketin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de Berdevekê PDKê got: “Ji berjewendiya giştî û li ser fermana cenabê Serok Mesûd Barzanî, bo xizmetkirina proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û bo nehêlana dilgiraniyên welatiyan li pêşiya Cejna Remezanê, me biryar daye ku tevahiya gotar û nivîsên tûnd ku (jê re dibêjin êrîşa medyayî) li tevahiya saziyên PDK ji îro ve li bi awayekî yekalî ve, bêne rawestandin.”

 

Back to top button