PolîtîkRojev

PDK û YNK civiyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyan û piştî civînê daxûyaniyek hevbeş li ser navê herdu partiyan hate ragihandin.

Di daxuyaniya hevbeş de dibêjin: “Her du alî li ser pêwîstiya nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê hemfikirin û ji bo vê mebestê, pêwîst e dest bi amadekariyên yasayî bê kirin. Pirsa hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê û Komistona Hilbijartinan, wek du pirsên girîng ên niştimanî pêwîstiya wan bi guftûgoya zêdetir û lihevkirina tevahiya hêzên siyasî yên Kurdistanê heye, ji bo gihîştina bi rêkeftineke giştgîr.

PDK û YNKê di civîna hevbeş de, ji bilî guftûgokirina pirsa reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê û hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, biryar dan li ser pirsên ku cihê girîngiya her du aliyan e, bi berdewamî bicivin.

Back to top button