Polîtîk

PDK û YNK civiyan

  Îro 19.12.2016ê di kongreya hevbeş a li gel berpirsê desteya polîtburoya YNKê Mela Bextiyar de, sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ku serokatiya şandeya PDKê dike ragehand: “Em keyfxweşbûn bi vê serdanê, lê emê keyfxweştirban eger zarok li dibistananban, ev ne civîna dawiyê ye, ji bir emê li gel YNKê civînên din bikin, ji ber me li gel YNKê dîrokek hevbeş heye.’’ Herwaha got: “Destkevt ên me hemûyanin û em hevbeşin, lê di kêmasiyan de PDK û YNK berpirsin, ev yek jî dihêle ku em giringiyeke din bidin vê civînê. Rast 6 meh û çend rojeke me civîn nekiriye, lê berdewam em û YNK li yek agahdarin.’’ Fazil Mîranî tekez kir: “Em hemû jî hest pê dikin ku gelê me di pêvajoyekî hestyar de derbas dibe, raste budce û mûçe tineye, lê mercên navnetewî û herêmî bo doza kurd pir derfetan didin. Berê em ditirsiyan hikûmetên din li ser me hin tiştan bikin, lê naha her hikûmetek naçare hisabê kurd bike. Ji ber vê jî ev civînên din li dû xwe dê bîne, projeya me peyame serokê herêma Kurdistanê ye, ku hemû partiyan jî di cîh de dît.’’ Derbarê dirêj kirina civînên aliyan de jî got: “Ez naxwazim heta meha sê civîn dirêj bikin, raste em dixwazin pir lez nekin ku encam jî başbin, lê hinde jî divê dirêj neke.” Fazil Mîranî got: “Pirsgirêk beşek ji wan kirine siyasî, babeta budce, mûçe û xwandinê hin partî li dijî yek bikartînin. Paşeroja gelekê li ser xwandinê ye, ji bo berjewendiyên siyasî em zererê didin xwe. Mamostayek dikare li Zaxo, Berdereş û li bajarên din biçe ser karê xwe, çima mamostayê Silêmaniyê nikare biçe ser kar, ji ber pirsgirêk kirine siyasî.” Dawiyê de jî got: “Her gelek di Netewên Yekbûyî de xwedî nasnameye, lê kurd nasnama wî nayê naskirin. Dive her kurdek hest bi vê pirsgirêkê bike.” Ji aliyê xwe ve, Mele Bextiyar ragihand ku her du aliyan hev fêm kirine lê li ser ti mijaran biryar nedane û wiha got: “Ez hêvî dikim ku di hevdîtina me ya bê de pirsgirêkên me kêm bibû û em ji şaşiyên xwe dersê werbigrin” Bextiyar wiha domand: “Me piştî 6 mehan civîneke berhemdar pêk anî. Me di civîna xwe de hewldana Serok Barzanî nirxand. Me krîza aborî, rewşa gelê xwe û em çawa dikarin pirsgirêkên di navbera PDK û YNKê de çarser bikin, gotûbêj kir. Lê em her du alî jî li ser vê yekê hemfikirin ku li şûna me nekin em poşman bibin, bila em bikin em poşman bibin, baştir e.”

Back to top button