Cîhan

PDK-T pîrozbahî li serokê Amerîka kir

Serokê PDK-T M.Emin Kardaş nameyek ya pîrozbahî ji serokê nû hilbijartî yê DYE ji Donalt Trup re rêkir. Ev deqê nama Kardaş e. Ji Bona Serok Komarê Dewletên Yekbuyî Emerîka,Birêz Donald Trump reSerokê Birêz Em Partiya Demokrata Kurdistanê – Tirkiyê bi hilbijartina cenabê we bona serokatiya DYE xweşbin û şadûman bûn. Di karê wê de em ji we re serkeftinê dixwazin.Ekselans;Em di sedsala 21 an de dijin. Lê mixabin netewa Kurdistan hîna negihiştiye maf û azadîyên xwe. Miletê Kurd di Rojhilata Navin de xwediyê gelheyek ji 50 milyonî zêdetir e û erdnigariya wê jî 600 hezar Km2’ye, lê hêjî Kurd bê xwedî dewletin. Ev gelê bê dewlet û mezlûm di bin bandora çar dewletên dagirker de dijîn û hemû hêjayiyê wan dibin esaretêdene. Ev yeka hanê, ji bona Cihana îro ya pêşketî û demokrat şermeke mezin e.Em Kurd hêvî dikin ku cenabê we, weke serokê DYE xwedî li vî gelê mazlûm û mexdûr derkeve. Netewa Kurd ku li Rojhilata Navin xwedîyê şaristaniye ke kevnare ye,ew ji demeke dirêj û vir de netewa Emerika weke dost û hevalê xwe dibine. Em silavên gerim ji we re dişinin û serkeftinê ji cenabê we re dixwazin.Bimînin di xweşiyê de.18.11.2016Serokê GiştîMehmet Emin KARDAŞ  nama

Back to top button