Civak
PDK-T li Amedê ofîsa xwe vedike
Partiya demorat a Kurdistana Tirkiye li Diyarbekirê ofîsa xwe bi awayek fermî vedike. Bî goman vekirina ofîsek ku li ser tabeleya wê nivîsa PDK-T hebê gelekî girînge û ji bo tevgera Kurd li Bakur pêngavek hêjaye.
Bi minasebeta vekirina ofîsa PDK-T serokê demêzirê yê partiyê M.Emîn Kardas vexwandinek ji bo kesayet û dezgehên kurdî belav kiriye.
Ev vexwandina vekirina ofîsa PDK-T ye:
PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ-TIRKIYA (PDK-T)
VEXWANDIN:
Berêzan,
Em dixwazin cenabê we beşdarî vekirina cîyê Partiya Demokrata Kurdistanê -Tirkiya bibe.
Ger we derfet hebe û beşdarî bibin em dê şad û bextewar bin.
ROJ: 02.02.2014 (Yekşem)
CÎ: Sêrêyana Ofîsê, Qaracadax Apt. 5/19 AMED
SEROKÊ GIŞTÎ Ê DAMEZRÊNER Ê PDK-T
MEHMET EMÎN KARDAŞ