PDK rêya diyalogê baştirîn çareserî dizane
Mehmûd Mihemed Peyvdarê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ragihand îro Mekteba Siyasî ya PDK bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî û bi amadebûna Endamên Mekteba Siyasî kombûn.
Her wiha Peyvdarê PDK ragihand ku li civînê de pêşhatên dawî yên navxweya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê û li piştevanîkirina hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo rûbirûbûna şewba Korona û ew rêkarên Hikûmetê li ber girtine nirxandin.
Mehmûd Mihemed di derbarê mijareke dinê civînê de jî got: Axaftina li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê ya ji Serokayetiya Mistefa Kazimî û dûpatkirina li ser mafên destûriyên Herêma Kurdistanê û mafên yasayî û darayiyên xelkê Kurdistanê ku pêwîste li kabîneya nû de li ber çav bê girtin mijarên dinên vê civînê bûn.
Her wiha balkişand li ser wê yekê jî çareseriya kêşe û nakokiyan jî bi rêya diyalogê bi baştirîn çareseriyê dizanîn.