Ji bo birêz Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

Bi helkefta çil û pêncemîn 45 salvegera damezrandina YNK pîrozbahiyê pêşkêşî we yên birêz û serkirdayetî û encûmena bilinda siyasî û berjewendiyên YNK û hemû kadîr û endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikîn û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazîn.

Di demek de wê salvegerê bi bîr tînîn ku welatê me ku rewşeke nehemwar û navçe li ber guhertinên bi lez daye ku eve jî wiha dixwazê hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê gelek bi berpirsiyariyê ve erkên neteweyî û niştimanî bi cîh bînin û bi navê berjewendiyên bilindên gel û welatê xwe kêmasî nekîn û hewleke cîddî ji bo zêdetir bi hêzkirina yekrêzî û yekdengiya hêz û aliyên siyasî û parastina destkeftan û bihêztir kirina ezmûn û doza rewaya gelê me û pêkanîna armancên me û dabînkirina aramî û xweşguzeraniya ji bo welatiyan bikîn.

Careke din pîrozbahiyê li we dikîn û hêvîdarîn serkeftî û serfiraz bin…

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê
31.05.2020

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: