Keçeka ciwana Kurd her çende berbestên civak û jiyanê, hevkariya wê ya berev pêşveçûnê nebûye, lê belê berdewam hewldaye û niha bûye yek ji hunermendên diyarên medya civakî û ciwan gelek bi başî behsa karên wê dikin.

Derya Osman ya Şêwekar ragihandiye, destpêka karê wê yê hunerî vedigerê ser sala 2015 dibêje: Wê demê min destpêkir ku rûdana koça dawî ya bavê min bu sedema serkeftina min. Heta niha min zêdetirê hezar karên hunerî heye.

Di derbarê wê yekê ku huner ji bo wê çi ye? dibêje: “Huner ji bo min hemû tişteke, ji ber wê jî dibêjim li nexweştirîn dema jiyana min de huner bû hevalê min, niha êş û janên xwe û ewê dilê min de heye dixime ser kaxiz û tabloyan.”

Her wiha Derya Osman dibêje: Berdewam li karê xwe yê hunerî de hez bi tiştên nû dikim, stila min têkilheviyeke dema kevin û niha ye, naxwazim pêş xwe biçim û dixwazim hunermendeke cûda bim.

Eşkere jî kir ku heta niha bîr û hizra wê yekê nekiriye wê pêşangeha taybet ya xwe hebê. Dema ku diçû kolejê û heta niha li sê pêşangehên hevbeş de beşdarî kiriye. Dû ji wan pêşangehan li gel Navenda Ciwanan ya bi serpereştiya Mamosta Eyub Reuf bûye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: