Polîtîk

PDK li gora encamên lêkolînê biryarê dide

Endamê mekteba siyasî ya  partiya demokrat a Kurdistanê (PDK), Cefer Îbrahîm, diyar kir, heta niha rêveberiya PDKê biryara guhertina berpirsên partiyê li devera Badînan nedaye.

Cefer Îbrahîm, di bersiva nûçe û îdiayên li bara îhitmala guhertina berpirsên PDKê yên devera Badînan, piştî bûyerên 2ê Kanûnê de, ji AKnewsê re got, heta vê gavê, rêveberiya PDKê tu biryarek bo guherîna berpirsên partiyê li devera Badînan nedaye.

Îbrahîm, diyar kir, civata wezîran niha li bara bûyerên han lêkolîn dike û piştî aşkerebûna encamên lêkolînê, biryarên pêwîst dê bên girtin. Bêguman hikûmeta herêmê dê hinek guhertinan bike.

Gotyarê PDKê, ragihand, heta niha polîtburoya partiyê tu biryarek bo guherîna berpirsên xwe nedaye. Ji ber ku niha pêdaçûn li ser lêkolîna serokatiya herêmê tê kirin. Kengê encam hat ragihandin, dê PDKê biryara xwe li ser bide.

Back to top button