Endamekî rêveberiya PDKê li hember daxuyaniya Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm li ser dewleta kurdî û serxwebûna Kurdistanê nerazîbûn nîşan da. Endamê rêveberiya PDKê Necet Hesen, li ser daxuyaniya serokomarê Iraqê Fuad Husên derheqê dewleta kurdî de ji BasNewsê re axivî û got, diviya Fuad Mehsûm wek kesekî kurd bigota “zilm li gelê kurd hatiye kirin, her çiqas di Destûra Iraqê de behsa wî gelî hatiye kirin lê Iraq wê qanûnê bicîh nahîne lewma divê Iraq were parçekirin”. Necat Hesen her wiha got, vê gavê kurd hemû dewleta kurdî û serxwebûna Kurdistanê dixwazin vêca berovajî vê yekê binpêkirina îradeya gelê Kurdistanê ye. Helbet bersiva serokomarê Iraqê hatiye dayîn, diviya wî zanîba di kîjan çarçoveyê de ye. Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, ku endamê Polîtburoya YNKê ye jî, ji rojnameya fermî ya YNKê re axivîbû û li ser dewleta kurdî û serxwebûna Kurdistanê wiha gotibû: “Ma tê çi li dewleta kurdî bikî eger tu bizanî tu dê çend salên din bikevî nav şer! Hezkirina serxwebûnê mîna wê ye mirov aşiqê keçek bedew be…”
Pêş
11/11/2024
Serok Nêçîrvan Barzanî li Bakuyê beşdarî COP29 dibe
11/11/2024
Şervanên Beluciya 5 efserên Îranê kuştin.!
Têkildar
Balkêş e ?
Close