YNKê bersiva daxuyaniya Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed da û ragihand, ku rêkevtina stratejîk a navbera her du aliyan berdewam e û nehatiye hilweşandin. Berdevkê Fermî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser mijara rêkevtina stratejîk daxwaza helwesta fermî ji Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) kir. Mehmûd Mihemed derbarê man an jî hilweşîna rêkevtina stratejîk a navbera PDKê û YNKê de ji malpera fermî ya partiya xwe re ragihand: “Ev mijar girêdayî Polîtboruya YNKê ye, çi biryara man an jî hilweşandina rêkevtina stratejîk a navbera me bidin. Lê belê bila biryara xwe ya fermî ji me û ji xelkê Kurdistanê re rabigihînin.” Piştî vê da xuyaniyê, Endamê Polîtbrouya YNKê Seidî Ehmed Pîre bersiva daxwaza PDKê da. Seidî Pîre di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Rêkevtina stratejîk a navbera me û PDKê maye û nehatiye hilweşandin. Ew rêkevtin bo yekxistina nav mala Kurd û tifaqa siyasî ye û di dema xwe de role k baş jî dîtiye.” Seidî Pîre herwiha got: “Ti arîşeyek di naveroka rêkevtinê de nîne, lê belê arîşe di şêwaza cîbicîkirina rêkevtinê de heye. Ew yek jî dikare ku di navbera polîtboruyên YNKê û PDKê de were çareserkirin.” Wî berpirsê pilebilindê YNKê amaje bi wê yekê jî kir, ku rêkevtina YNKê û Gorranê bandorê li rêkevtina stratejîk a navbera YNKê û PDKê nake. Seidî Ehmed Pîre wiha axivî: “Rêkevtina navbera YNKê û Gorranê nabe alternatîva rêkevtina stratejîk a navbera YNKê û PDKê.” Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî di sala 1998an de bi serpireştiya Madeleine Albright li Wezareta Derve ya Amerîka bo bidawîkirina şerê navxweyî rêkevtinek îmza kirin, ku bi rêkevtina washingtonê tê naskirin. Rêkevtina Washingtonê yekemîn rêkevtina navbera Barzanî û Talebanî bû. Di sala 2007an de cardin Barzanî û Talebanî rêkevtinek din îmza kirin ku bi rêkevtina stratejîk a navbera PDK-YNK hat naskirin. Li gorî wê rêkevtinê, kursiyên pilebilind ên Iraqê û Kurdistanê di navbera her du partiyan de hatin dabeşkirin. Herwiha her du partî di hilbijartinên Kurdistanê û Iraqê de bi yek lîsteyê beşdar bûn. Lê belê sala 2013an û di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de û piştre di hilbijartinên encumenên parêzgehan û Parlamentoya Iraqê de her du partî bi listen cuda beşdarî hilbijartinan bûn. Piştî hingê car bi car ji zarê hin rayedarên her du partiyan behsa hilweşîn û nemana rêkevtina stratejîk tê kirin.