Polîtîk

PDK: Her partiyek dê li gorî kursiyên xwe di hikûmetê de beşdar bibe

Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Serokê Encûmena Serkirdetiya PDKê yê li Silêmanî û Helebceyê, serdana Melbenda 1 a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir û piştî civînê Arif Teyfûr ragihand: “Her partiyek û dê li gorî kursiyên xwe di hikûmeta nû ya Kurdistanê de beşdar bibe, ku nabe YNK nîvê hikûmetê bibe.”

Serokê Encûmena Serkirdetiya PDKê yê li Silêmanî û Helebceyê Arif Teyfûr, li ser naveroka civîna xwe di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Me di pêkanîna hikûmetên bingehberfireh de zirar kir, hikûmeta bingehberfireh bûye sedema wê yekê ku em û YNK bi tenê bimînin, aliyên din di dem û wextên nexweş de em tenê hiştin. Dema şerê DAIŞê hebû, dema ku qeyrana darayî hebû, li ser me zexteke mezin hebû, lê em û YNK man û me îdareya hikûmeta xwe kir heta ku gihiştin hilbijartinan û heta niha.”

Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de Arif Teyfûr diyar kir: “Her aliyê ku li gel me beşdar bibe, divê peyman bide yan rêkeftinek li gel wan were kirin, ku divê li gel me nefesê wê dirêj be. Di qeyran û xweşî û ne xweşî de li gel me berdewam bibin û di nîvê rê de me tenê nehêlin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de 45 kursî û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) 21 kursî bi dest xistin. Arif Teyfûr eşkere kir: “Em weke PDK pirsgirêka me di temamkirina nîsabê de tine, lê pêwîstiya me bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) heye, bêyî YNK em nikarin vê hikûmetê bi tena serê xwe îdare bikin, lewma em hewl didin ku em bi wan re li hev bikin. Lê wek berê nîv bi nîv ligel YNKê em lihev nakin, dê her partiyek û li gorî kursiyên xwe di hikûmeta nû de beşdar bibe.”

 

Back to top button