YNKê 8 xwebexşên kurd radestî milîsên Iraqê kirin!
YNKê 8 ciwanên xwebexş ên kurd li Kerkûkê girtin û ji ber asayiş û aramiya Kerkûkê têkdidin ew radestî milîsên Iraqê kirin. Parlamenterekî berê jî aşkera kir di vê derbarê de belge di dest wan de hene.
Derbarê gotegotên ji aliyê YNKê ve tên belav kirin û dibêjin PDK rêgire bo asayî kirina rewşa Kerkûkê, endamê berê yê encûmena nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNKê digot em çi bixwazin emê bikin, dê kerem bikin hûn çima nakin? Çima nikarin parêzger bê PDKê daynin? Başe eger wekî ew bixwe dibêjin ewqas bihêz in, çima bê PDK parêzger danaynin?.’’
Şaxewan Ebdullah
Herwaha got, berî babeta serokkomarê Iraqê, projeyek di navbera PDKê û YNKê de hebû, ku hêzeke hevbeş bê ava kirin bo asayî kirina rewşa wan navçeyan, proje jî geheştibû qonaxa îmza kirine, lê ‘’YNKê bi anîna Berhem Salih ve nehişt îmza bê kirin û bibe xala dawiyê û kar li ser bê kirin.’’ Û got: ‘’em wek PDK dê çi hêviyeke me li wan hebe ku bêrêzî li hember xelkê Kerkûkê kirin û bajar firotin? Naha jî li desthilatê ne, ji ber wê eger ew dûrbikevin, rewş dê asayî bibe, ji ber her ew in rêgiriyê li asayî kirina rewşa Kerkûkê dikin.’’
Parlamenterê berê yê PDKê Şaxewan Ebdula got, belge di dest wan de heye ku YNKê bi nivîskî 8 kes radestî hêzên Iraqê kirine û gotine ew kesane ewlehiya Kerkûkê têkdidin. Lê ew kes xwebexşbûn û hêzên wan ew naçar kirin ku li taxên kurdan derbikevin.