Polîtîk

PDK dê li Nînowa û Kerkûkê dest bi danûstandinan dike

Piştî ku duh encamên dawî yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hatin pesendkirin, Berdevkê PDKê ragihand, ku encûmenên parêzgehan dikarin yekem civîna xwe lidar bixin û wê partiyê li Neynewa û Kerkûkê dest bi danûstandinan bike.

Hawar Mihemed dxûyaniyek da û got: “Encûmenên parêzgehên Iraqê dikarin bi awayekî yasayî dest bi civînên xwe bikin, lê ji bo destnîşankirina parêzgar pêwîstî bi rêkeftinekê heye, bi taybetî li herdu parêzgehên Neynewa û Kerkûkê, ti aliyek nikare bi tenê parêzgar destnîşan bike.”

Mihemed Mihemed got: “PDK dê li herdu parêzgehên Nînowa û Kerkûkê dest bi danûstandinan bike ji bo pêkanîna hevpeymaniyekê bo destnîşankirina parêzgar û hikûmeta xwecihî ya her du parêzgehan.

Di civîna yekem a meclîsê de parêzgar neyê destnîşankirin. Tenê endamê meclîsê yê herî temen mezin dê civîna yekem pêkbîne û serokatiyêbike. Heta serokê Meclisa bajêr werê hilbijartin.

Back to top button