PDK: Biryarên Dadgeha Federal li dijî destûr û pirensîpên sîstema federalî ne
Partiya Demokrata Kurdistanê ragihand ku, biryarên Dadgeha Federal ya Iraqê “li dijî ruhê destûr û pirensîpên sîstema federalî ne”.
Civîna Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî hat lidarxistin. Di civînê de biryarên Dadgeha Federal a Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya Mekteba Siyasî ya PDKê de hat gotin ku biryarên Dadgeha Federalî li dijî ruhê destûr, mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û prensîbên federalî ne.
Di daxuyaniya PDK de ev xal hatin destnîşankirin:
1. Divê mafên pêkhateyan bê paraztin û beşdarbûna wan di saziyên destûrî de bê destekkirin.
2. Partiya me piştgiriya berdewamiya danûstandinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ya di derbarê mafên darayî de dike.
3. Biryara serrastkirina yasaya hilbijartina jimare 1 a sala 1992ê di derbarê yasaya hilbijartina parlamentoya Kurdistanê û çend madeyên wê de, li dijî destûr û prensîb û cewherê cudabûna desthilatan e.