Dosya

PDK bi canê ezîzên xwe bergirî li Kurdistanê kir

Peyama Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (183) peyamek ragihand û di peyama xwe de behsa armancên xwe yên siyasî dikin.Peyama Listeya PDKê:


Bi navê Xwedayê mezin û dilovanPDK bi serbilindî û bi bawerî û hişyariya miletê Kurdistanê, bi serkirdayetiyeke bihêz û yekgirtî, bi piştevaniya cemawerê xwe yê bo wefa û dilsoz, dîrokeke tije gelwêstên neteweyî û niştimanî, bi bername û dîtineke zelal û nû bo paşerojê, bi lîsteke ku pêkhatiye ji serkirde û kadirên jêhatî û dilsoz, di van hilbijartinan de beşdar dibe, herwiha ji xelkê Kurdistanê çaverê dike ku wek erk û maf bi berfirehî di hilbijartinan de beşdar bibin.5 salên derbasbûyî, salên berevaniyê bûn li Kurdistanê û jinavbirina wan hemû pilan û gef û pirsgirêkan bû, ku ji navxwe û derveyî Kurdistanê gef li Kurdistanê û hebûna wê ya siyasî dihat kirin û karwanê geşepêdan û pêşkeftinan rawestand. PDK li hemberî wan gefan para herî mezin dît, lê bi piştevaniya xwîna şehîdan û keda pêşmergeyên qehreman û dilsozên gel, bersiva wan şerxwazî û pilanan da. Tevî rewşa nealîkar û xerab a navxwe, PDK xwe li hemberî van kêşeyan neçemand û bi vê yekê Kurdistan û hebûna wê ya destûrî û doz û daxwazên gelê Kurdistanê yên rewa, bi zindî man û pilanên şerxwazî û xiyanetkariyê hatin şikestin.Di 5 salên derbasbûyî de, PDK bi piştevaniya niştimanperweran li hemberî vê nehca destûrşikandinê ya ji aliyê Bexda ve, rawestiya, ku Bexda tiştek bi navê tifaq û şeraket û hevsengiyê nehiştiye û bûdce û pereyên xelkê Kurdistanê zeft kiribû. Lê bi hevkariya dilsozên miletê me û bi zend û baskên Pêşmerge û bi xwîna bi hezaran şehîd, serkirdatiya PDKê şerê parastina Kurdistanê kir û efsaneya DAIŞê şikand. PDK bi dariştina binemayên serxwebûna aborî rastî şerê birçîkirina bû, lê tevî daketina buhayê petrolê û hatina pêlên koçberan û şerê DAIŞê bi hezarên km, PDK karî karekî wisa bike ku xwe li ber siyaseta nanbirînê ji aliyê Bexdayê ve bigre û neyê şikestin.PDK karî bi rêberiya Serok Barzanî bo cara yekê di dîrokê de di referandumeke seranserî de hemû gelê Kurdistanê li ser yek armancê kom bike, ew jî tevî hemû gef û astengiyan karî biryar û xwasta serxwebûnê Kurdistanê ser bixe.Piştî serkeftina referandumê jî PDK Kurdistanê ji êrîşên serbazî û siyasî û aborî biparêze. Di wextekê de ku hêzên leşkerî ber bi Kurdistanê ve dihatin, PDK bi canê ezîzên xwe bergirî li şeref û şikoya Kurd û Kurdistanê kir û xewna wan jinav bir, ku dixwestin bi alîkariya xakfiroşan Kurdistanê dagîr bikin û dawiya hebûna wê ya siyasî bînin. Di wexteke pîvanî de PDK karî havkêşa li dijî Kurdistanê di qezenca Kurdistanê de bughere û karî dorpêç û cezayên ser Kurdistanê hilweşîne û careke din têkelî û pêwendiyên Kurdistanê ligel cîhanê girê bide û bi dîplomatîk û hikmeta siyasî pêgeh û îtîbara Kurdistanê li deverê û cîhanê vegerîne.Di van çend salên pir qeyran de, PDK tevî hemû astengî û giriftan, weku hercar milê xwe da ber berpirsyaretiyê û rûbirûyl qeranan bû û bi hemû şiyaynên xwe erkê xwe di hikûmetê de birêve bir û çoga xwe danexist heta rêya çareserkirian kirîzan vebû.Îro ku em ber bi hilbijartinan ve diçin, rojên dijwar ber bi dawiyê ve diçin û em gavan bo qonaxeke nû davêjin, ku bi piştevaniya gelê Kurdistanê dê dûbare karwanê geşekirin û pêşvebirina Kurdistanê destpê bike. Ji bo vê qonaxê PDK bername û rewangeheke hemû layenî û nû amade kiriye, ku bi kûratiya dîrok û xebata xwe dixwaze bi rêya parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê bo xelkê Kurdistanê bicîh bîne.PDK tevî wan hemû erkên ser milê wê, li hemberî bicîhanîna sozên xwe kêmxemî nekiriye û her bi çavekî realît li kêmasiyan neriye, nexasim ew kêmasiyên ku di proseya siyasî û hukmranî û aboriyê de hene û çareserkirina wan di qonaxa bê de bi erkê xwe dizane.Lîsta 183 ya PDKê bi rêya vê bernameyê de di bin dirûşma (avakirina Kurdistaneke bihêz) nexşerêya çaksziyeke seranserî û bi destveanîna edaleta civakê û peydakirina delîveyên kar bi wekhevî û bihêzkirina jêrxanê û pêşvebirina hemû sekterên jiyanê û xweşguzeraniyê. Eve hemû di Kurdistaneke serbilind ku PDK hertim xebatê bo dike û dê berdewam be bo bicîhanîn û piştraskirina mafên neteweyî û niştimanî.

Back to top button