PDK-Bakur li Almanye Newroz pîroz kir
Rêxistina Elmanye ya PDK-Bakur, di 19.03.2011an li bajarê Kolnê Newroz pîroz kir.
Newroz bi rawestan din bo Şehiden Kurdistan li gel surija netewi dest pekir. Di şeva Newrozê de Parlemen Kurdistane ê- PDK,Kek Fazil beşdari li Newroze kir û
li ser rewşa Kurdistana Başur agehdari da û teyid kir ku gele Kurdistan rê nade listike dijmin. Parlemene Kurdistan kek Fazil ji kurdistan nu hatibu ji bo veyekê agehdarî ya wî gelek bala mevana kişan û kefxweş bun û Newroz bi coştir bu, berpirse PDK û HDK-I peyamên xwe xwendin û Newroza PDK-Bakur
û mêvanan pîroz kirin.Berpirse Komela KOCKAK ji Newroza besdaran piroz kir.
Herveha berpirse PDK-Bakur rêxistina Elmanye ji Newroza beşdara pîroz kir û peyama xwe xwend û giringiya meha Adarê û Newrozê di diroka gele kurd û Kurdistan da anî zimên. Bi beşdarbûna Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê Newroz bû nîşana yekîti û hevkarîya û moralek mezin da beşdarvanan.
Text a PDK-Bakur
Rêzdaren Nûnerên Partî û Komelen Kurdistanî,
amadebûyê hêja hûn bi xer hatin.NEWROZA we Pîrozbê
Rezdaran ,Miha Adarê ji bo Gele Kurd meheke gelek e giringe,dive mihêde nexweşî û xweşîye me gelek henê bûyeren weki Helebçê, go mezintirîn karesata mirovatîyê ye.
Enfal derbedrî bi hazara Şehadet. Li Rojavaye Welateme 12ê Adarê li Rojhilate welate 31ê Adarê1947 Meydan a çaçira
Darvekirina Seroke nemir Qadî Muhemmed.
Li Bakure Kurdistane 14ê Adarê 1921-Sêwas,Eleziz,Meletyê bi hezaran,Zarok,Jin,Kal Şehit kirin 12ê Adarê 1971 inkalaba eskerî cardin enfal zindan kujtin hina berdewamin.
Em wek PDK-Bakur van rejime faşît go kimyabaran,enfal,kirkirin,malwerankirin,asîmilekirin û inkarkirin ji Gelemerê rawa dibînin rureş û mahkum dikin.Jibo dawi li anina van rejime faşittane hamu cure xabate rawa dibinin. Em di ve Newroz a Piroz de Şehide dîroka Kurdistan bir tinin di asimane Kurdistan de
ewe herdem SITÊRE me bin.
Rezdaran di maha Adare de xweşîye me jî hene, wekî 14ê Adarê ji dayik bûna Seroke Gelê Kurd Mele Mistafa Barzaniyê nemir.11ê Adara 1970 û 11ê Adara 1991 an go li başûre Welateme piroztirîn deskevtiyen Netevînê ev destkevtin berheme,Mîrîtiya Erdelan,Badînan, Soran, Baban, Hekarî, Botan,Serhildana Şêx Ubeydullh,Şêx Mahmud Berzencî, Simko,Şêx Seîd,Agiriyê,Dersimê,Seîd Riza û Tevger û Şoreşa Barzanî ye nemir û PEŞMERGÊ kahraman û bi hezara ŞEHÎD û yaherî gîring Aşîtiya navxayî ya Parti Demoqratî Kurdistan û Yekiti Niştimani Kurdistan
Xwîkş û Biraye heja ,li Başûre welateme Ala kurdîstan pêl didê itibara kurda di kada Navnetwî de çedibe û encame baş bi dest xistîye roj bi roj peşketine Netewî çedibin. PDK-Bakur di ve baheriyede ye ev destkevtiye li Başûre Kurdistan,rizandin û katandina Payman El Cezayir,Sabdebadê û Peymana Lozane go Wêlate me hat parçekirin. Jibo cardi ev diroka reş bi ser Gelemede newe ser her kurdeki ferza go van dêskeftiyen diroki wekî ronahiya çave xwe bi parezê û berbi peşwetir bibê
Tam di wi demede ku Seroke Kurdistan birez kek Mesud Barzni li Îtalya Xalata Nato a Aşitîye vegrit û axaftinek Netewi dikir. Hinek buyerê dil eş li Başûre Kurdistan di kevimin ev ne tasadufek bu. Em van tevdana di berjewendiye gele Kurdîstan de nabinin.Kurdistan ne Misir û ne jî Libya ye Hikomet Kurdistan Serokati û Palemenê Kurdistan ji ali Xelke Kurdista ve hatine hilbijartin. Em dive Roja pirozde daxwaz ji hamu aliyan dikin ku, bi avayeki berpirsyarî tev bigerin ji ber ku tekdana van deskeftîyan xisarek gelek mezin dide çar parçê Kurdistanê
Rezdarên,hin ji metirsiyen gelek mezin li ser deskeftiye Geleme hene.hin xala 140 cebece nebuye PDK-Bakur bi hamu heza xweve piştgiriya Hikometa Kurdistanê û Serokatîya wê û parlamanê wê dikê jibo serxistina vê prosêsa ber bi demokrasiye û xweşkirina jiyana xelkê me û ber bi azad buna tev parçên welatê me,em bahverin jî ku êdi Gelê me rê na de dijmin û ne hizkiriye xwa wê yekgirtina xwe baştir û peşdetir bibê.
Newroz li gelê Kurd pîroz be..
Hêvîdarin emê rojekê Newrozên xwe di welatek azad, serbixwe û yekgirtî de pîroz bikin.
Bîjî Gele Kurd bîjî KURDÎSTAN
PDK-Bakur herama Elmanya
20.03.2011