PÇDK: Tirkiyê ji me alîkarî xwest
Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê, Tirkiyê ji PÇDKê (Partiya Çareserî û Demokratîk a Kurdistanê) xwestiye ku, alîkariya wan bikin ku PKK çekan berde.
Serokê PÇDKê Diyar Galip, diyar dike ku, di navbera salên 2005 û 2007 an de, di pêvajoya Hevdîtinên Osloyê de, li ser daxwaziya Tirkiyê, PÇDK wek navbeynkar, di nav her du terefan de rista xwe bicîh aniye. Galip wiha dibêje, “mixabin, kesên li ser navê Tirkiyê, yên ku bi me re rasterast an endîrek ketine nav têkiliyan, dûra li ser soza xwe nesekinîn û berdewamiya têkiliyan nehanîn.
Serokê PÇDKê Diyar Galip, bi minasebeta beşdarbûna kongreya BDPê li Enqereyê, bi hin rojnamevanan re hate ba hev û bi wan re sohbet kirin. Di sohbetê de Galip, îdiayên balkêş jî anîne ziman. Galip diyar dike ku, li ser daxwaziya Tirkiyê, di nav salên 2005 û 2007 an de, qasî 3 salan, wana, di navbera dewleta Tirkiyê û rayedarên KCKê de navbeynkarî kiriye.
Wiha dibêje, “ji bo ku PKK çekan berde, pêşniyarên cuda hatin pêşkêş kirin. PKKê navbeynkariya me bi awakî erênî qebûl kir. Mixabin kesên ku li ser navê dewletê, bi me re têkiliyên rasterast an a endîrekt xurt kirin, li ser soza xwe nesekinîn û berdewamiya têkiliyan nehanîn. “
Serokê PÇDKê Diyar Galip, îfade kir ku, wana wek PÇDK, dixwazin ku pirsgirêk bi rêya diyalog û mizakereyan çareser bibe. Ji bo vê jî, ew amadene ku çi bikeve ser milên wan bicîh bînin.