Polîtîk

Payama Nêçîrvan Barzanî di bîranîna Helebceyê de

Nêçîrvan Barzanî berbijarê Partiya Demokrata Kurdistanê bo pêkanîn akabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê, bi minasibeta 16 adarê roja karesta kîmiyabara bajarê Helbecey, bi rêya malpera xwe li ser Facebookê, paymek pêşkeşî kurdistaniyan kir.

Bêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje ku di sala 1988ê de bajarê Helbece ket ber êrîşên hovane yên rijêma Bassê ya jinavçoyî û bi hezaran hevwelatiyên bajêr şehîd û birîndasr bûn.

Barzanî di payama xwe de hêvî dike ku bîranîna karesata kîmiyabarana Helbceyê bibe hokare ji bo zêdetir avadankirin, geşkirin û pêşxistina herêma Kurdistanê. Ev li jêr teksta payama Nîçrvan Barzanî:

Hevalên birêz

Îro, 16ê adarê, em bîranîna karesata kîmiyabarana Helbceya şehîd dikin. Di vê rojê de, di sala 1988ê de, bajarê Helebce kete ber êrîşa hovane ya rijêma Bassê a jinavçoyî û di encam de zêdetir ji 5 hezar hevwelatiyên wî bajarî canê xwe ji dest da û bi hezaran jî birîndar bû. Îro, divê em vê bîranînê bikin hokarek ji bo zêdetir avadankirin, geşkirin û pêşxiatina herêma Kurdistanê. Di heman demê de em bi rêz û hurmet ve serê xwe li hember malbatên xwragirên şehîdên Helebce di tewînin û em sozê  didin wan ku, ji bona bidestxistina mafên wan û ji bona paşereojeke geş ji bo hevwelatiyên herêma Kurdistanê li ser xebatê berdewam bin.

Back to top button