Nivîsar

Paşeroja muzîka kurdî

Deh salê go çûye sektora muzîkê ji qontrola şîrketan derket, him belav kirin him jî peyde kirin, derbasî rêbazên nû bû.

Her roj bi guhertina vê sîstemê mirov dikare çawa cîh bigre an destpê bike pêwiste mirov li ser vê mijarê gelek nîqaş û lêkolînan bike.

Pirsgrêka şîrket û hunermendan ewe kû dikarin çawa ev sîstem têxin li bin qontrolê û bikin kû ev sektor nemre an ji vê ezîyetê derkeve.

Firotina Cd her kû diçe kêm dibe û muzîka kurdî mixabin li ser înternetê bê qontrole.

Firotina dîjîtalê li cîhanê dikeve sîstemekê û tê pejirandin lê mixabin hunermend û şîrketên me ez guman dikim hîna xewa şêrînde ne .

Mixabin êdî dema berê qediya kû hunermend ji şîrketan  ji bo albûmên xwe pere bistînin û ji berhemên xwe, pere qezenc bikin.

Hinek şîrketên kû hene ji van riyan pere qezenç dikin lê ji hunermendan minnetê dikin û nahêlin hunermend mafê xwe bistînin.

Mixabin ev kar êdî li bin çewisandinê, emrê xwe her go diçe diqedîne û ruh û can jê re lazim e.

Li paşerojê êdî wê firotina stran an berheman li ser înternetê çêbibe. Ev wê bi şiklikî reklaman an bi riya sponsoran pêk bê.

———–

Hîna di muzîka kurdî de gelek tişt ne fermî ye û kesên kû dixwazin tiştna bikin riya wan tên girtin.

Gelek cara stran û muzîkên hunermenda bêyî kû destûr were stendin, tê bikar anîn.

Xwediyê şîrketan, nakeve şopa van neheqiyan û cîhê go lê rudinên tenê diaxivin.

Li vir saziyên çanda kurda jî ne baldarin kû tiştin biguherin, ji ber kû ji dêvla kû siyaseta çanda xwe bixebitin ji xeynî çanda xwe li ser tiştêdin dadikevin û hertim van pirsgrêkên girîng, gîro dikin.

Siyaseta normal siyasetmedar dikin ji xwe, lê wextê go berpirsyarên çand û huner jî tenê siyaseta hişk bike bêguman çand dikeve bandora siyasetê û dibe rojane.

Herkes di hilbijartina xwe de azad e lê kesên kû riya cûda dihilbijêri çima tên ceze kirin?

 ji xwe xwemaliya huner tunne be mirov nikare bahsa huner jî bike.

Kû hûn astengiya van dînamîkan derxînin wê çaxê afirandina hunermendan jî wê yeknesak be.

Ez dizanim gelek cara kesên serbixwe kû projên nû çêdikin bi riya saziyan tên tehdît kirin an konserên wan tê provake kirin, ev bûyer hat serêmin jî.

 Hingî me zilm û zordarî dîtiye me wateya demokrasî û tolerans, ji bîr kiriye.

 Dewletê rexne dikin ji ber kû dewlet dixwaze hertişt têxe li bin bandora xwe lê xwiyaye ewê go rexne dikin dişibin dujminê xwe.

Hêvî dikim em ji van xeletiyan wextek kin xelas bibin û astengiya kesê kû xizmetî muzîka kurdî dikin, dernexînin.

Ez guman dikim herkes bi berpirsyariya xwe tevbigere û bi tolerans be wê di muzîka kurdî de şoreşek pêk bê û wê wextê xweyî helî afirîner bijî.

 

18 Gulan 2011

Yekbûn Civak

 

(Avestakurd)

Back to top button