Partiyên Îslamî: Peyama serok Barzanî gavek baş e
Yekgirtiya Îslamîya Kurdistanê (YÎK) û Komela Îslamî ya Kurdistanê (KÎK), ragihandina duhî ya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek gaveke baş bi nav kir ku tê de daxwaza domandina gotûbêjên di navbera desthilat û partiyên dijbere kiribû.
Berdevkê resmî yê YÎKê Selaheddîn Babekir ji AKnewsê re got:
– Ragihandina serokê herêma Kurdistanê ku daxwaza gotûbêj û danûstandina di navbera aliyên dijbere û desthilatê dike, gaveke baş e ku me berê jî daxwaza gaveke wiha kiribû, çimkî em dikarin encax bi gotûbêj û diyalogê bigihin encamê û arîşeyên xwe çareser bikin.
Babekir diyar kir ku ew dixwazin naveroka mesaja serokê herêma Kurdistanê zûtirê bikeve qonaxa bicihanînê û wadeyeke zû ji bo civîna 5 qolî ya di navbera partiyên dijbere û desthilatê de bê danîn.
Berdevkê Resmî yê Komela Îslamî Ebdulsetar Mecîd jî di heman mijarê de got:
– Bi ya me ragihandina serokê herêma Kurdistanê gaveke baş e. Lê me têbînî li ser hikûmeta binkefireh heye ku serokê herêma Kurdistanê di ragihandina xwe de behs kiriye. Armanc ji peyva hikûmeta binkefireh ew ku hikûmet wek xwe bimîne û guherîn di çend wezaretan de bê kirin ku ev jî armanca dijbereyê nîne. Em dibêjin ev hikûmet niha bi erkê xwe rabe.
Berdevkê Tevgera Goranê Mihemed Tofîq jî ji AKnewsê re got:
– Di civîna hevbeş ya digel herdu partiyên dijbere Yekgirtiya Îslamî û Komela Îslamî de me li ser wê çendê li hev kir ku em amade ne tenê li ser esasa projeya 22 xalî ya aliyên dijbere gotûbêjê digel aliyên desthilatê bicivin ne ku li ser esasa hikûmeta binkefireh. Me bawerî bi tiştê wiha nîne.
Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî duhî di ragihandinekê de daxwaz ji her sê aliyên dijber (Tevdera Goran, Yekgirtuya Îslamîya Kurdistanê û Komela Îslamîya Kurdistanê) û her du partiyên desthilatdar (YNK û PDKê) kir ku ji bo bidawîanîna aloziya niha ya li herêma Kurdistanê, gotûbêjên xwe bidomînin.