Cîhan
Partiyek Îranî berpirsiyariya êrîşa Ehwazê girt ser milê xwe
Li gora nûçeya Basê , Partiya Mîllî ya Ehwaz (El Ehwaziye) bi daxuyaniyekê ve êrîşa çekdarî ya ser manor û pêşandana leşkeri ya sipaha pasdarên Îranê li Ehwazê, ku navenda parêzgeha Xuzistanê ye girte ser xwe.Li gor daxuyaniya El Ehwaziye, Endameke wan îro kariye êrîş bike ser merasîma pêşandan û manora leşkerî ya sipaha pasdarên Îranê ya li bajarê Ehwazê û wek êrîşeke serkeftî ew êrîş pênase kirin.Li gor zanyariyên çapemeniya nîv fermî ya Tesnîm, Fars û Mîhîr, di êrîşa îro 22.09.2018ê de ku li ser merasîma pêşandana leşkeri ya hêzên çekdarên Îranê, li navenda bajarê Ehwazê pêkhat de, 10 çekdarên sipaha pasdaran hatin kuştin ku yek ji wan fermandar e û zêdetirî 21 çekdarên din ên sipaha pasdaran jî birîndar bûne.’’Çavkaniyên sipaha pasdaran ragehand ku êrîşkar 4 kes bûne û bi cilûbergên leşkeri di ber wan de bûye û du kes ji wan hatine kuştin û du kes ji wan jî birîndarî hatiye girtin.Partiya Mîllî ya El Ehwaz pêkhateyek erebên parêzgeha Xuzistanê ye û dijî hikûmeta Îranê daxwaza mafê çarenivîsa erebên rûniştvanên li Îranê dike.Xuzistan yek ji navçeyên ku ereb lê niştecîhin û li gor gotinên çalakvanên siyasî û civakî yên erebên Xuzistanê, ji aliyê Îranê ve bişavtina siyasî, netewî, olî û ferhengî li ser ereban tê birêvebirin û di wan 20 salên dawî de bi sedan kes ji wan hatine kuştin, yan jî li girtîgehên Îranê de ne.