Li Idlibê sinorê herêma bê çek hat kifşkirin

Wezereta Bergiriya Tirkiye di derbarê rewşa Idlibê û hevhatina Rusya Û Tirkiye de daxûyaniyek da.Di daxûyaniyê de hatiye ragihandin ku, 19-21 ê Îlonê de di navbera şanda Rusya û Tirkiye de civîn hatine li darxistin.Li ser rewşa Idlibê herêma ku bê çekî hatiye axavtin. Di encam de herdu şanda sinorên herêma bê çek li Idlibê kifş kirine.Daxûyaniyê de hatiye ku, rewşa erdnigarî ya herêmê berçav hatiye girtin û li gora wê sinorê herêma bê çek hatiye danîn.Wek tê zanin Rusya û Tirkiye li Socî di derbarê rewşa Idlibê de li hevkiribûn. Li gora vê hevhatinê dê Tirkiye li gel Rusya şerê grubên terorist wek(Tehrir El Şam )bike û li himber vê yekê jî daxwaziya Tirkiye ya ku herêmek bê çêk bê kifşkirin hatibû qebûl kirin. Li herêmê cih cih şer navbera Hêzên Artêşa Azad û Tehrir El Şam de çêdibin.