Nivîsar

Partiya Sergêjan

Li Bakurê Kurdistanê bi navê Partiya Sergêjan heta nûhafermî tu parti nehatine damezrandin. Ev jî dîyardeyeke balkêşe…

Em dizanin ku hemû cûre partiyên siyasî di nava Kurdan de hene. Bila hebin jî. Li hemû welatan rastiya siyasetê dipêşketina dîrokê de wilo formata xwe girtiye. Li gora doz û birdoziyan li welatan partiyên siyasî tenê damezrandin. Ev bûyereke normal û siyasî ye. Li Kurdistanê partiyên ku henexwedî program in, xwedî nav,  xwedî xebat û rêz in. Qenc-xerab ev partî helwestên xwe bi haweyekî sistematîk pêşkêşîraya Kurdan dikin. Bi civakê re ev partî di nava pêwendiyande ne. Navnîşanên wana dîyar in. Aligir û endamên wana jî xuyayî ne. Ne veşartî ne. Gava ku di çalakiya siyasetê de şaşî çêdibin jî kesên berpirsyar hesab didin aligir û endamên xwe.

Ji xwe karê sîyasî jî divê wilo bimeş e.

Lê Partiya Sergêjan li Bakurê Kurdistanê ji partî û fermiyetê bêtir jî helwesteke ne dîyar pêk tê. Ew helwesta nezelaliyê ye. Carna heye û carna tüneye.  Zû germ û sar dibe lê ne sar li wana tê û ne jî germ! Di nava fikir û ramanên de diçin û tên. Li vî alî û wî alî diterpilin. Geh çep lê dixin geh rast lê dixin. Ne tebût in. Xwe weke navenda her tiştî dibînin. Her deme kêjî li hawakî ne. Weke botbotekê ne, cihêkî rehet ji xwe re nabînin û naecibînin jî. Di rewşeke ne normal de dijin.

Bi piranî di medya civakî de peyase dikin û tu berpirsyariya wana ya rêxistinî jî tüneye. Beşdarî karê rêxistinî nabin. Ji xwe û pêve kesî naecibînin. Xwe weke lehengan dinirxînin. Lehengên tirsonek! Weke Narkîsosê Yunanî tene heyranê şexsê xwe ne. Psîkolojiya megalomanıyê bi wana re heye. Gelek caran bi navê xwe yê rastî fikir û ramanên xwe pêşkeş jî nakın. Navên sexte bikartînin. Mirov dikare bi gotineke hêsan bibêje; ew tirsoneke civakê ne. Ji siya xwe ditirsin. Jirûbirûbûna mirovan ditirsin. Ajitasyonên siyasî li deverên xalî dikin. Li nava daristanan li mirovên weke xwe diğerin! Xwenadin ber bar û berpirsiyê jî. Şiretan li hemû kesan dikin lê şiretan li xwe tenê nakin!

Gotin û kiryariya wana li hevdû nake!

Dinyaya siyasetê tenê ji medya civaki fêrdibin. Zanebûneke wana ya civakî tüneye; ne zanebûnên dîrokî, ne ekonomî, ne teoriya siyasetê, ne kultur û netewayetî li cem wana tucara pêde nabe. Civak û netewayeti tenê şexsê wana bi xwe ye. Civak û siyaset çawa birêve diçin qet nizanin. Naxwazin fêr jîbibin. Xwe bi tepiskan dawdişînin. Nişmî ne. Pozbilind in. Diranên masîyan firçe dikin! Nizanin bibêjin, ez nizan im! Sekna wan jî ne ya rewşenbira ye. Tenê zanin quretiyan bikinû şiretan li erd û ezmanan bikin. Lê di rastiya xwe de jî ew nekirkêrin.

Nekirkêrî taybetmendiya wana ya sereke ye.

Ji van helwestan partiyeke nediyarkirî hatiyê ava kirin. Navêvê partiyê hîna fermî nebûye. Bernama wana jî ne dîyar e lê helwesta wana ya sergêjan e. Ba ji kuderê were berê xwe didin wir. Weke zîzokê ne. Tenê li dora xwe dizîvirin. Weke aşê kuwala bigere zêde deng derdixin lê tu berhemî jî nadin. Jîyana wana bi min got û te got derbas dibe!

Tu partî û rêxistinan naecibînin, alikariya wana nakin, çalakiya siyasî jî weke pitpita ser tenûran şirove dikin. Bigotineke din, hebena xwe vala dikin û fatîhan li ser karê hevbeş dixwînin!

Ev helwesta malxerab incex dikaribe di welatê ku köle ne, welatê ku azadiya xwe bidest nexistine de derkeve pêşberî mirovan û peyase bike…

Veca, heger mirov bi karê siyasî dakeve, divê mirov pêwistiya karê siyasî jî bicih bine. Heke mirov rêxistin û partiyên ku hene napejirîne, -ev jî mafeke siyasî ye-, wê gavê divê mirov alternativeke rêxistinî bi xwe ava bike. Bi program û rêgezên xwe derkeve pêşberi civaka Kurdan. Bila civaka Kurdan van mirovan nasbike, bibe xwedî bahweri û amintiyek di nava çalakiyên siyasî û civakê de derkeve holê. Emê ji bibêjin li ser xêre be!

Na heger mirov tenê dixwaze karê rewşenbirî bike, divê wê gavê jî mirov li gora etîk û rêgezên rewşenbirî tevbigere! Karê rewşenbirî ji xwediyê nirxên piroz e. Karekî hêja ye. Karê rewşenbîrî tucara nabe ku tenê bibe pitpita ser tenûran e. Rewşenbir divê civaka xwe baş nas bikin û ji bona çareseriyên civakî bikevin nava hewldaneke…

Ma bi vaza tenê siyaset dibe?

Ez baş dizanim ku di nava Partiya Sergêjan de ne karê siyasî tê kirin û ne jî karê rewşenbîrî heye. Tenê heftûheşt heye, ango niqaş ji bona niqaşê ye, ne ji bona çareseriya pirsên civakî ye.Dîsa ez zanim ku alîgirên partiya sergêjan di nava hemû rêxistin û partiyan de jî hene. Ev jî rast e! Ji ber ku sergêjbûn di esl û feslê xwe de helwesteke şelûliye, ne tebût e. Ev helwest ne bi kêrî civatê tê û ne bi kêrî siyasetê tê. Di rastiya xwe de ev helwest, helwesteke qerpalî ye. Çareserî ji vê helwestê dernakeve.

Werhasil, li Kurdistanê qamyona Kurdan qulipîyayê, partiya sergêjan jî di nava alavan de li mireka ku ew porê xwe tê de şeh bikin digerin! Ji bona sergêjan por şehkirin jî karekî netewî ye! Ew di ber xwe de jî bêşerm dibêjin; HekeKurdistan bişewite baqekê pûşê min di nav de tüneye!

Back to top button