Polîtîk

Partiya Paşerojê dengên AKPê kêm dike

Cîgirê Partiya Paşerojê Selçuk Ozdag di derbarê rêjaya dengên partiya xwe de daxûyaniyek da. Ozdag dibêje ku, rêjeya dengên Partiya Paşerojê  % 6- 7 e, piraniya dengan ji AKPê digrin.

Ozdag dibêje ku dengên AKP % 30 e, û sala 2021ê de jî baharê yan jî pehîzê hilbijartinên pêşwext têne kirin.

Di derbarê rewşa heyî de Ozdag dibêje: Gelek lêpirsîn têne kirin, lê mirov nizane çikas rastin. Ji ber ku hêja xelk ditirse ku dîtina xwe bêje. Xelk tenê li mala xwe û li ser sendoqan natirse.

Ozdag berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Tişta ku niha ji mere tê gotin % 4-9 dengê me hene. Lêpirsînên dezgehên AKPê cudaye, hêja me rêxistina xwe temam nekiriye, heta hinek hêja nizanin ku partiya me hatiye damezirandin.

Li gora Ozdag dengên AKP ketiye % 30 î. li gora lêpirsîna dengê AKPê ji % 40 î kêmtir e. Ozdag dibeje ku, hilbijartinên pêşwext çêdibe, hêdî nikarin rêve bibin ev sistem rûxaye.

Back to top button